'Berxwedana Heftanînê mertalek e û dersên girêdana bi xakê ve dan dagirkeran'

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li kantona Girê Spî berxwedana Heftanînê silav kir û piştrast kir ku ev berxwedan li dijî êrişên artêşa Tirk mertalek e û di parastina xakê de dersek da dewleta Tirk a dagirker.

'Berxwedana Heftanînê mertalek e û dersên girêdana bi xakê ve dan dagirkeran'
10 îlon, 2020   11:42
EYN ÎSA

Bi armanca piştgiriya berxwedana Heftanînê li dijî artêşa Tirk dide meşandin, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê daxuyaniyek li pêşiya navenda xwe ya li Eyn Îsayê da.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê li kantona Girê Spî Îsmaîl Xidir daxuyanî xwend û ev yek got: "Bijî berxwedana lehengên Heftenînê, silav ji lehengên ku li dijî êrişên artêşa Tirk destanên qehremaniyê nivîsandin."

Tevgerê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker a ku hewl dide xewnên papîrên xwe yên Osmanî zindî bike, îro ji nû ve hewl dide herêmên Kurdistanê dagir bike, sivîl û bajaran dike hedef û li hemberî van sûcan dewletên cîhanê bê deng in.

Tevgerê destnîşan kir ku berxwedana lehengên Heftanînê li dijî berjewendiyên dagirkeran mertaleke û têkildarî berxwedanê û girêdana bi xakê ve dersek da dagirkeran.

Di dawiyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger banga serberberiyê û piştgiriya ji berxxwedana Heftanînê kir.

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GITZ-LHO9Qk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>