Samih Şukrî: Divê dewletên Ereb siyaseteke cidî li hember dewleta Tirk bimeşînin

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî piştrast kir ku pêdivî bi pêkanîna siyaseteke erebî  ya tund heye ku li hemberî rejîma Tirkiyê bisekine.

Samih Şukrî: Divê dewletên Ereb siyaseteke cidî li hember dewleta Tirk bimeşînin
9 îlon, 2020   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî di civîna Komîteya Wezîrên Ereb a bi serokatiya Misirê ya girêdayî destwerdanên dewleta Tirk li dewletên Ereb de, li ser sûcên dewleta Tirk hişyarî da.

Samih Şukrî got sûc û destwerdanên dewleta Tirk ên bêserûber li gelek dewletên Ereban gefên herî girîng li hember ewlehiya neteweyî ya Ereban in.

Şukrî bal kişand ser ku pêdivî bi pêkanîna metodeke siyasî ya ereb ya yek û tund heye ku li hember rejîma Tirkiyê bi rêya hevkariya di navbera dewletên Ereb de, bisekine.

Komîte di çarçoveya çalakiyên dewreya normal a 154’an a Meclisa Komkara Erebî de civiya.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Misirê Ehmed Hafiz da zanîn ku wezîr Şukrî di civînê de behsa kiryarên wêranker ên rejîma Tirk li gelek dewletên Ereban kir, ku ew jî dibe sedema parçebûna civak û gelên li herêmê.

Şukrî diyar kir ku hin şahidên destwerdanên bêserûber ên rejîma Tirk li gelek dewletên Ereban hene.

(fr)