Li Sûdanê di encama lehiyê de 27 hezar mal hilweşiyan

Wezareta Karên Hundir a Sûdanê diyar kir ku di encama  lehiyê de 103 kesan jiyana xwe ji dest daye û 50 kes jî birîndar bûn. Her wiha zêdetirî 27 hezar mal bi awayekî giştî hilweşiyan.

Li Sûdanê di encama lehiyê de 27 hezar mal hilweşiyan
9 îlon, 2020   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a Sûdanê bi daxuyaniyekê da zanîn ku herî zêde herêma El-Qedarif, Xertûm, bakurê Kerdefan, çemê Nîlê, başûrê Kerdefan, Nîla Spî û başûrê Darfûrê ziyan dîtine.

Rêxistinên mirovî û hin dewletên din ên wekî Misir, Îmarat, Erebistana Siûdî û Neteweyên Yekbûyî yekser ji bo kesên ku zirar dîtine, alîkarî şandin.

Hikumeta Sûdanê roja Înê ji bo sê mehan li tevahiya welat rewşa awarte ragihandibû.

(oh)