Govan Keno: Divê rêxistin û partiyên Başûr li hemberî artêşa Tirk bisekinin

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Govan Keno bang li rêxistin û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê kir û got "Divê partî û rêxistin rê nedin dewleta Tirk ku hîn zêdetir xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike."

Govan Keno: Divê rêxistin û partiyên Başûr li hemberî artêşa Tirk bisekinin
9 îlon, 2020   08:39
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk bi rêya êrişên dawîn ên li ser herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê hewl dide xaka Kurdistanê dagir bike û têkildarî mijarê sekretrrê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Govan Keno got dewleta Tirk ji berê ve hewldana dagirkirina herêmên cîran,  talankirina xêr û bêrên van herêman dike, îro jî projeyên xwe yên dagirkirinê pêk tîne û hewl dide sînorên li gorî peymanên navneteweyî li ser hesabên xaka gelê Kurd diyar kirin, rake.

Govan Keno da zanîn ku artêşa Tirk herêmên Sûriyê yên wekî Efrîn, Cerablus, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û li dijî şêniyên van herêman sûcên dermirovî pêk tîne û qanûnên navneteweyî binpê dike.

Govan Keno diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê dagir bike û êrişên tund li herêmê bi çekên giran, pêşketî û bi balafirên rojane pêk tîne. Dewleta Tirk bi dagirkirina Heftanînê re hewl dide destketiyên gelê Kurd tune bike, parçeyekî din ê Kurdistanê dagir bike û li hemberî vê yekê hêzên navneteweyî û rêxistinên navneteweyî bê deng in.

ꞌDIVÊ KURD YEKITIYA XWE AVA BIKINꞌ

Der barê rola PDK’ê ya li ser êrişan de Govan Keno ev yek li axaftina xwe zêde kir: "Divê PDK`ê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê helwesta xwe zelal bike."

Keno bal kişand ser ku divê dewletên Ewropayê û herêmî zextê li dewleta Tirk bikin da ku hîn zêdetir herêmên Başûrê Kurdistanê dagir neke.

Govan Keno di dawiyê de bang li rêxistin û partiyên siyasî yên li Başûrê Kuristanê kir û wiha domand: "Divê rê nedin dewleta Tirk ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike, divê nakokiyên siyasî deynin aliyekî û li hemberî van êrişan yekitiya xwe ava bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/Qcv8L7B4G7I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>