​​​​​​​Şertê artêşa Lîbyayê yê beriya peymanê derxistina leşkerên Tirk û çeteyan e

Artêşa Lîbyayê piştrast kir ku çi însiyatîfeke siyasî ya çareserkirina aloziya Lîbyayê ku tê de veguhastina çete û derketina hêzên Tirk ji xaka Lîbyayê tune be, red dike.

​​​​​​​Şertê artêşa Lîbyayê yê beriya peymanê derxistina leşkerên Tirk û çeteyan e
9 îlon, 2020   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Rêveberiya Tewcîh El-Manewî ya artêşa Lîbyayê Xalid Mehcûb got artêş tu rêveçûneke siyasî ya çareserkirina aloziyê Lîbyayê ku tê de jihexistina milîsên çekdar û derketina çeteyan û Tirkan ji welat tune be, red dike.

Xalid Mehcob diyar kir ku arîşe ne di îmzekirina peymanan de ye, lê belê di pêkanîna bendên wê de ye. Her wiha Mehcûb destnîşan kir ku gelek peyman hene ku pê hatine lîstin. Jê jî Peymana Sixêrat e, milîsên çekdar ji hev nebûn û çekdar ji wan nehatine standin. Ev jî aramî, ewlehî û lidarxistina saziyan qedexe dike.

Rûniştinên diyalogê yên her du şandeyên meclisa bilind a dewletê û parlamentoya Lîbyayê li bajarê Bozenîqa ya Mexribê digel bêdengiya li ser encamên wê, nîqaşa li ser dabeşbûna serwerî, belavkirina erdnîgarî û saziyên li welat berdewam in.

(fr)