​​​​​​​Li Dêrikê 3 hezar û 300 ton tov hatiye amadekirin

Komîteya Pêşxistina Tov û Zêdekirina Berhemên Çandiniyê ya herêma Dêrikê 3 hezar û 300 ton tov amade kiriye da ku di demên pêş de li cotkaran belav bike. Komîteyê heta niha 2 hezar ton paqij kiriye.

​​​​​​​Li Dêrikê 3 hezar û 300 ton tov hatiye amadekirin
​​​​​​​Li Dêrikê 3 hezar û 300 ton tov hatiye amadekirin
​​​​​​​Li Dêrikê 3 hezar û 300 ton tov hatiye amadekirin
​​​​​​​Li Dêrikê 3 hezar û 300 ton tov hatiye amadekirin
​​​​​​​Li Dêrikê 3 hezar û 300 ton tov hatiye amadekirin
​​​​​​​Li Dêrikê 3 hezar û 300 ton tov hatiye amadekirin
9 îlon, 2020   08:58
QAMIŞLO- ÎSAM ABDULLAH – NEJBÎR OSMAN

Komîteya Pêşxistina Tov û Zêdekirina Berhenêm Çandiniyê di nava 3 mehan de hemû alavên embarên tov ên Til Elo ya navçeya Girê Legê restore kirin da ku tov ji bo mewsima 2020-2021'an paqij bike û beriya mewsimî li cotkaran belav bike.

Komîteyan beriya wergirtina genim, dest bi restrokirin û paqijkirina embarên Til Elo kir. Komîteya Pêşxistina Tov û Zêdekirina Berhemên Çandiniyê ya herêma Dêrik û Til Elo ya girêdayî kantona Qamişloyê genim bi her du cureyên hişk û nerm paqij û xirbal bike.

Komîteyê biryar da ku 3 hezar û 300 ton tov bi hemû cureyên xwe li herêma Dêrikê û navçeyên wê hazir bike da ku ji 10'ê Îlonê ve dest bi belavkirina wê li cotkaran bike. Belavkirin dê li gorî daxwaza cotkaran were pêkanîn.

Cureyên genim ên ku li cem Komîteya Çandinî û Berhemên Sewaldariyê hene wiha ne, hişk; Doma 1, Şam 7, Bihûs 7, Bihûs 11. Cureyên nerm; Doma 4, Doma 2. Her wiha cureyên tirkî yên Dîcletaygir, Alunpaşa.

Komîteya Pêşxistina Tov û Zêdekirina Berhemên Çandiniyê, beriya demekê bi biryarnameyekê bang li bazirganên êm û xwediyên xirbalan kiribû ku bazirganiyê bi tovê neguncaw nekin.

Serokê Komîteyê ya herêma Dêrikê Derwîş Ehmed got: "Embar ji aliyê restorekirin, paqijkirin û xirbalkirinê ve amade ye, da ku 3 hezar û 300 ton genim bi her du cureyên wê nerm û hişk xirbal bike û li cotkaran belav bike."

Ehmed diyar kir ku heta 2 hezar ton tov bi herdu cureyên wê hatiye paqijkirin û destnîşan kir ku embarê genimê xam ji cotkarên ku peyman bi komîteyê re îmzekirin wergirtiye da ku paqij bike.

Têkildarî nirxê tov û belavkirinê, Ehmed da zanîn ku her toneke tov dê bi 400 hezar lîreyên Sûrî ji bo cotkarên ku peyman bi komîteyê re îmze kirine, were firotin.

Ehmed destnîşan kir ku genimê paqijkirî yê li embarên Til Elo dê li herêma Dêrikê û navçeyên wê Til Koçer, Girkê Legê, Çil Axa û Dêrikê were belavkirin, miqdarek dê di embarên Til Elo de were hiştin da ku nirx lêçûna veguhestinê  li cotkaran were kêmkirin.

Ehmed bal kişand ser madeyên paqijkirin û xirbalkirinê ku baş in û diyar kir ku hemû cure tovê li Saziya Pêşxistina Tov paqij e û ji yên sûkê baştir e.

ANHA

<iframe width="670" height="360" src="https://www.youtube.com/embed/ALvUD9ryCXw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>