'Divê bi lez diyalogên yekitiya neteweyî pêk werin'

Çalakvanê siyasî Dr. Bextiyar Hisên got: "Derengmayîna gihiştina lihevkirinê di radeya yekemîn de ziyanê digihîne gelê Kurd."

'Divê bi lez diyalogên yekitiya neteweyî pêk werin'
9 îlon, 2020   03:13
KOBANÊ – SAMIR OSMAN

Piştî nakokiyên demdirêj di navbera partî û aliyên siyasî yên Kurdî de li ser berjewendiyên partiyekî ku piraniya wan nagihêjin asta berjewendiyên yekitiya netewî ya kurdî, derfet peyda bû ku nêzîkbûneke Kurdî pêk were, ev nêzîbûn karibe lêvegereke kurdî ya hevpar ava bike.

Çalakvanê siyasî Dr. Bextiyar Hisên sedemên derengmayîna pêkanîna yekitiya netewî ya kurdî destnîşan dike.

Dr. Bextiyar Hisên diyar kir divê partiyên kurdî rastiya pêvajoya heyî û hestiyarbûna wê nas bikin û bigihêjin lihevkirinekê û got: "Yekitiya kurdî ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Ji ber nakokiyên partiyetî gelê me heta niha negihiştiye yekitiyeke siyasî. Diyalogên ku niha çêdibin demeke dirêj girt. Ez jî bi navê saziyên civaka sivîl yek ji beşdarên diyalogên niştimanî yên destpêkê bûm û me hêzeke xurt da diyalogan da ku bi pêş bikevin."

Bextiyar Hisên destnîşan kir ku ku dema ku diyaloga pêşîn ji raya giştî re hate ragihandin, bi eleqeyeke mezin a ‘kolana kurdî’ hate pêşwazîkirin. Diyar bû ku kolana kurdî bi giştî dixwaze ev diyalog pêk were û aliyên siyasî yên kurdî bigihêjin lihevkirinê.

Hisên diyar kir ku pêwîstiya mala kurdî niha bi yekitiya niştimanî ya navbera aliyên siyasî heye û got: "Em nabêjin wan bila bibin yek partî, ev ne mimkûn e, lê bila li hev bikin. Yekitî û lihevkirina partiyên kurdî ji bo me wekî gel gelekî girîng e."

Bextiyar Hisên di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser aloziya Sûriyê û domand: "Li Sûriyê me gelek nimûneyên siyasî, gelek guhertin û kirîn û firotina di navbera dewlet û rejîmên bi navkokî yên Sûriyê dît. Beriya niha derfeteke wisa ji bo me nehatiye, divê em sûdê jê bigirin û bi lez yekitiya kurdî ava bikin. Rewşa heyî li benda me namîne, ji ber ku gelek aliyên herêmî û navdewletî hene hîna dixwazin projeya kurdî têk bibin û ji nexşeya siyasî ya Sûriyê dûr bixin."

D. Bextiyar Hisên got: "Ji me tê xwestin wekî gelê Kurd, çi partiyên siyasî bin an saziyên civaka sivîl bin berpirsyartiyên xwe li beramberî van diyalogan bi cih bînin û bi çi dibe bila bibin em van diyalogan bi ser bixin."

Çalakvanê siyasî Bextiyar Hisên îşaret bi vê yekê kir ku divê partiyên siyasî yên kurdî nakokiyên xwe yên teng bidin aliyekî û ji ber berjewendiyên gelê xwe kar bikin, dagirkirin û komkujiyên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rû dan bînin ber çavên xwe, divê partiyên siyasî keda hezaran şehîdan ji bîr nekin ku bi saya wan kurd gihîştine vê astê.

Çalakvanê siyasî Dr. Bextiyar Hisên di dawiya axaftina xwe de got: "Dema heyî 3 tecrûbeyên diyalogan di navbera partiyan de hene ku di dawî de bi bin ketin û bû sedema fobyaya kêmbaweriyê di navbera aliyên diyalogan de. Ev encamên hevdîtinên berê yên di navbera wan de ye û negihaştina wan lihevkirinê ye. Ev metirsî di nava aliyên diyalogan de heye lê divê derbas bikin û bigihêjin çareseriyekê ku kolana kurdî razî bikin. Ji ber nelihevkirina aliyên kurdî bû sedema dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, heke ev diyalog xetimîn dibe ku herêmên din jî werin dagirkirin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OG35s9BQjEQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>