​​​​​​​Li Sûriyê Covid-19: Hejmara pêketiyan bû 3289

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê ragihand, 60 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 jî mirin.

​​​​​​​Li Sûriyê Covid-19: Hejmara pêketiyan bû 3289
8 îlon, 2020   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê ragihand ku li Sûriyê 3 mirî û 60 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê (Covid-19) û hatin tombarkirin.

Wezaretê got, li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrusê derket 3 hezar û 289'an û hejmara miriyan jî derket 140'î.