'Tirkiye û hikumeta Sûriyê dixwazin şerekî navxweyî li herêmê derxin'

Dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê bi meşandina şerê taybet di nava gelên herêmê de, ciwanan hedef digire, madeyên hişbiriyê belav dike û dixwaze derbeyê li stûna civakê bixe.

'Tirkiye û hikumeta Sûriyê dixwazin şerekî navxweyî li herêmê derxin'
9 îlon, 2020   04:09
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Hikumeta AKP`ê hem êrişî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, hem jî tevî hikumeta Sûriyê ajanên girêdayî MÎT`ê û îstixbarata Sûriyê dişîne herêmê û kiryarên xwe li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

Tirkiyê bi şerê taybet dixwaze gelan qir bike, bi taybetî jî ciwanan ji bo vê armancê bi kar tîne. Ji ber ku ciwan pêşeng û dînamîka civakê ne.

ARMANCA HIKUMETÊN TIRK Û SÛRÎ DERXISTINA ŞERÊ NAVXWEYÎ YE

Ji aliyekî din ve, hikumeta Sûriyê hewl dide fitneyê li herêmê derxîne û yekrêziya pêkhateyên herêmê têk bibe. Bi taybetî hewl dide projeya biratiya gelan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike.                                                            

Berpirsa Navenda Xabûr a Çand û Hunera Hesekê Sema Hemo destnîşan kir ku dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê hewl didin fitneyê û şerê navxweyî li herêmê derxînin. Ji lewra, bi taybetî ciwanên ku nûnertiya civakê dikin, dikin hedef û dixwazin projeya netewa demokartîk û biratiya gelan ku xwe dispêre fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, têk bibin.

Sema her wiha da zanîn ku gelên herêmê ji bo bidestxistina destkeftiyên Şoreşa Rojava, ruhê xwe feda kirin û dê li hemberî hemû destên ku tevlîheviyê û karên nerewa li herêmê pêk tînin, bisekinin.

إJI BO ZANAKIRINA CIVAKÊ Û CIWANAN KURTEFÎLMEK HATE AMADEKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker beşê ciwanan ku cewherê civakê ne, dike hedef û hewl dide derbeyê li stûna civakê bixe. Ji bo vê armancê madeyên hişbiriyê belav dike û tevliheviyê derdixe. Sema bang li ciwanan û şêniyan kir ku haya wan ji van planên qirêj hebe û bi pey nekevin.

Ji bo hişyarkirina civakê û bi taybetî ciwanan, Navenda Xabûr a Çand û Hunerê di vê demê de li ser kurtefîlmeke girêdayî kiryarên dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê, şandina ajanan ji bo herêmê û belavkirina madeyên hişbiriyê, kar dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk di demên dawîn de bi dehan kesên ku ajantiyê ji îstixbaratên Tirkiyê û hikumeta Sûriyê re dikin, girt. Kesên hatine girtin li bajarên Kobanê û Minbicê bûn, hinek jî di pêngavên paqijkirinê yên QSD`ê li herêmên Dêrazorê hatin girtin. Wan di mikurhatinên xwe ku ANHA`yê belav kirine de, gotin ew li hemberî karê xwe yê bi Tirkiyê û hikumeta Sûriyê re pereyan distînin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cwbVVXT5828" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>