ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-09-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-09-2020`AN
8 îlon, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Navçeya Til Temirê ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê xwepêşandanekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Hesekê li dijê êrişên dewleta Tirk a dagirerk ên li ser herêma Heftenînê meşekê li dar dixin, saet 08:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li ser asta kantona Hesekê, bi pêşengtiya ciwanan meşekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftenînê tê lidarxistin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevrêyên têkoşer Dozdar Hemo yên li bajarê Kobanê diyar kirin ku dema ku şehîd Dozdar di destpêka 2015`an de li Kobanê bû ew bi sekin, têkoşîn û hêza xwe ya pêşengtiya jiyana azad, bi awayekî xurt beşdarî avakirina civakê di hemû aliyan de bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beşdarên komxebata derbarê şerê taybet ya ku li Kobanê hat lidarxistin de gotin, armanca komxebatê hişyarkirina civakî ye, nîqaşkirina rewşa ku civak tê re derbas dibe, her wiha şandina pêşniyar û encamên nîqaşê ji aliyên têkildar re da ku ser bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê bi meşandina şerê taybet di nava gelên herêmê de, ciwanan hedef digire, madeyên hişbiriyê belav dike û dixwaze derbeyê li stûna civakê bixe,(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êlên taxa Şêxmeqsûda bajarê Helebê, banga pêşîgirtina fitneyê di vê qonaxa nazik de kirin û tekez kirin ku bi hevgirtin, biratiya gelan û jiyana hevbeş dê welat û rûmeta xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎLA

- Çalakvanê siyasî Dr. Bextiyar Hisên got: "Derengmayîna gihiştina lihevkirinê di radeya yekemîn de ziyanê digihîne gelê Kurd." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD`ê şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa got: "Dema ku dewleta Tirk di çareserkirina aloziyên hudirîn de têk diçe, aloziyên xwe derdixîne derve. Divê partiyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê re bibin yek da ku pêşî li qirkirina gelê Kurd bigirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Sekretêrê Partiya Roj a Demorkatîk a Kurd li Sûriyê, bang li rêxistin û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku beşên din ji xaka başûr dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê konferansa xwe li navenda çandê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê konferansa xwe li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevka HDP’ê Ebru Gunay bal kişand ku dewleta Tirk êrîşên berfireh dijî welatê kurdan û destkefiyên wan daye destpêkirin û got ku bi taybetî di êrîşên xwe de jinên kurd û vîna wê dikin hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN). 

CIWAN

- Endamên jin ên Tevgera Ciwanên Şoreşger destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker ciwanên herêmê ji bo pêkanîna armancên xwe û tunekirina destkeftiyên şoreşê, bi kar tîne. Her wiha bang li ciwanan kirin ku bi pey siyaseta Tiriyê û derxistin fitne û gendeliyê li herêmê, nekevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Pêşxistina Tov û Zêdekirina Berhemên Çandiniyê ya herêma Dêrikê 3 hezar û 300 ton tov bi herdu cûreyên xwe (Hişk û Nerm) hazir kiriye, da ku di demên pêş de li cotkaran belav bike. Komîteyê heta niha 2 hezar ton paqij kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA