Li Helebê panela "Dengê jinê şoreş e, ne şerm e"

Bi dirûşmeya "Dengê jinê şoreş e, ne şerm e", Nivîsgeha Jin a PYD`ê şaxê Helebê bi beşdarbûna gelek jinan, panelek li dar xist.

Li Helebê panela "Dengê jinê şoreş e, ne şerm e"
Li Helebê panela "Dengê jinê şoreş e, ne şerm e"
Li Helebê panela "Dengê jinê şoreş e, ne şerm e"
Li Helebê panela "Dengê jinê şoreş e, ne şerm e"
Li Helebê panela "Dengê jinê şoreş e, ne şerm e"
Li Helebê panela "Dengê jinê şoreş e, ne şerm e"
Li Helebê panela "Dengê jinê şoreş e, ne şerm e"
Li Helebê panela "Dengê jinê şoreş e, ne şerm e"
8 îlon, 2020   19:41
HELEB- ARIF SILÊMAN- MIHEMED EBDO

Ji bo nîqaşkirina rê û rêbazên parastina jinan û guhertina hin têgehên şaş ku di civakê de belav bûne, îro Nivîsgeha Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Helebê bi dirûşmeya "Dengê jinê şoreş e, ne şerm e" panelek li dar xist.

Panel li parka Istîqamê ya taxa Eşrefiyê li dar ket û gelek jin beşdarê bûn.

Panel ê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Emîne Beyrem navaroka panelê bi beşdaran re parve kir.

NAVAROKA PANELÊ

Di panelê de astengiyê li pêş jinan ku nahêlin xwe pêş bixe, beşdarî saziyên zagonsaz û rêveberî bibe,  bibe xwedî biryar û mafên jinan biparêze, hatin nîqaşkirin.

Her wiha behsa dîroka têkoşîna jinan a di bidestxistina mafên jinan di 4`emîn kongreya cîhanî ya li Bekînê (1995)de hate kirin, ku girîngiya beşdarbûna jinan di dayaîna biryarê de û girtina peywirên siyasî de, pejrandin.

Di panelê de rewşa jinan li herêma erebî û Rojhilata Navîn û kiryarên çewisandin, binpêkirina mafan û lawazkirina rola jinan, mijarên nîqaşê bûn.

XALÊN HATINE NÎQAŞKIRIN

Piştre beşdaran nêrînên xwe li ser çareyên guncew ên ji bo diyardeyên ku tê de jin tên hedefgiritn, parve kirin.

Piraniya nîqaşan li ser xebatên guhertina têgehên şaş ên ku di civakê de belav bûne bû. Beşdaran teqez kir ku guhertin bi awayekî yekser girêdayî çalakiya guhertina demokartîk, rêzgirtina mafên mirovan, wekheviya her du zayendan û pênasekirina rast a têgeha welatîbûnê ve, girêdayî ye.

DERBASKIRINA ASTENGIYAN BI HEVGIRTINÊ PÊKAN E

Endama rêveberiya Nivîsgeha Jin a PYD`ê Cîhan Hesen îşaret bi girîngiya derbaskirina astengiyan bi hevgirtinê kir.

Her wiha teqez kir ku divê jin hebûna xwe di qada siyasî de îspat bike, da ku şaştiyên dîrokî yên wekî paşguhkirina jinan û mehrûmkirina ji mafên wan, dubare nebin.

Cîhanê îşaret bi êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî jinên siyasetmedar re wekî Hevrîn û Zehrayê ku pêşengên alîgirên dozên jinên cîhanê bûn, kir û got: "Jinên pêşeng tên hedefkirin. Hewl tê dayîn ku şoreşa jinan ku dê li cîhanê belav bibe, têk bibin."

Piştre senefizyonek li ser nêrînên jinên ji hemû pêkhateyan li ser siyasetê û rêbazên ku xizmeta şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, hate nîşandan.

Panel bi sozên beşdaran ên bilindkirina têkoşîna jinan heta bidestxistina mafên rewa yên hemû jinan, bi dawî bû.

(cx)

ANHA