Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sivîlekî din revand

Çeteyên "Ehrar El-Şerqiya" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker sivîlek din li Efrînê revand.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sivîlekî din revand
8 îlon, 2020   20:32
EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane, çeteyên "Ehrar El-Şerqiya" ya girêdayî dewleta Tirk  a dagirker sivîlê bi navê Reşîd Zelfo yê ji gundê Badîna yê navçeya Raco revand û birin cihekî ne diyar e.