Rojnameger Kaya: Heftanîn pêngava destpêkê ya plana dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye

Rojnameger Nîhat Kaya diyar kir ku êrişên li ser Heftanînê pêngavên destpêkê yên planên dewleta Tirk a dagirker ber bi dagirkirina xaka ji Başûrê Kurdistanê bi tevahî ye.

Rojnameger Kaya: Heftanîn pêngava destpêkê ya plana dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye
8 îlon, 2020   09:32
QAMIŞLO-SOLÎN AHMÊ-EKREM BEREKAT

Artêşa Tirk a dagirker êrişeke dijwar li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê bi taybet herêma Heftanînê pêk tîne. Lê PDK ku serokatiya hikumeta herêma Kurdistanê dike, heta niha dengek jê derneketiye. Ji bo eşkerekirina hedefên dewleta Tirk ji êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê, rola ku PDK tê de dilîze, helwesta partiyên Başûrê Kurdistanê û daxwazên niha ji gelê Kurd, rojnamegerê pisporê kar û barên siyaseta Kurd û siyaseta Tirk Nihat Kaya ji ajansa me re axivî.

Armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Heftanînê çi ye?

Piştî rê li pêş AKP’ê di Tirkiyê de hat girtin, AKP bi hevkariya MHP’ê hewl dide xeyalên xwe yên Împratoriya Osmanî vejîne. Ji lew re dewleta Tirk destwerdanê li gelek dewletên li Rojhilata Navîn dike û sûdê ji nakokiyên heyî digire. Her wiha ev yek bi Şerê Cîhanê ya Sêyemîn tê nirxandin.

Niha jî dewleta Tirk hewl dide destwerdanê li Deryaya Spî bike, herêma ku di bin serweriya Osmaniayn de bû. Her wiha dest di rewşa Sûriyê werda û Idlib, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Dewleta Tirk li gorî sînorên di Mîsaqî Millî de hewl dide Heleb (ji Efrînê heya bi Qamişlo) û Mûsil (ji Mûsilê heya Kerkûkê) bixe nava Tirkiyeya nû.

Dewleta Tirk hewl dide xewnên xwe gav bi gav pêk bîne û êrişên li ser Heftanînê pêngava destpêkê ber bi dagirkirina tevahiya xaka Başûrê Kurdistanê ve ye.

Gelo hûn rola PDK’ê di van êrişan de çawa dinirxînin?

Ne pêkan e ku dagirkerî xewnên xwe ji bilî hevkarî û alîkariya bi hin hêzên herêmê re pêk bîne. Dewleta Tirk PDK’ê ji bo pêkanîna xewnên xwe bi kar tîne.

Dîroka gelê Kurd bi mînakên wiha dagirtî ye. Her ku hêzekê êrişî erdnîgariya Kurdistanê kir, hin hêz an jî eşîrên herêmî ji bo dagirkirin û hedefên xwe bi kar tîne. Bi wê îxanetê re Kurdistanê hat dagirkirin û her kesên li hember dagirkeran radibûn, têk diçûn.

Gelo çima gelê Kurd nikare azadiya xwe bi dest bixe? An jî çima tevahî şoreşên Kurd di sedsalên borî de têk çûn? Sedema vê jî, Kurd li gorî eşîr an jî berjewendiyên wan tev digerîn û li gorî fikra nîştimanî tev nedigerîn. Gelê Kurd nekarî mîna gelên dîtir di sedsalên 19 û 20’an de ku du sedsalên damezirandina dewletên qewmî ne, dewleta xwe dameziranda.

Niha di sedsala 21’an de guhartin û pêşdeçûnên ji aliyê fikrî de çêbûn anku fikra qewmî ya çareserkirina pirsgirêkan asê ma. Tevî wê hemû Kurdan nekarî fikra xwe ya neteweyî bikira yek. PDK’ê roleke girîng di vê çarçoveyê de lîst.

Niha jî heke Kurd li dora neteweya xwe necivîn, nikarin tiştekî jî pêk bînin. Gelên dîtir ev merhele derbas kir. Heta niha em nikarin derbas bikin. Di berê de eşîrên Kurd ji hev nefret dikir, lê niha partiyên Kurd ji hev nefret dikin.

Di vê berê de eşîrên Kurd li hev îxanet dikir, niha partiyên Kurd bi vê rolê radibin. Rola PDK’ê di vê yekê de pir girîng e. Ji ber ku berjewendiyên xwe bi yên dewleta Tirk a dagirker ve girê dane. PDK ji tevahî aliyên leşkerî, aborî û siyasî ve xwe bi dewleta Tirk ve girê daye. Di encama van siyasetan de jî nakokiyên kûr di navbera hikumeta Hewlêrê û hikumeta navendî ya Iraqê de derketin.

Ji aliyê leşkerî ve, artêşa Tirk a dagirker Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Sedema sereke jî PDK ye ku hişt dewleta Tirk a dagirker bi dehan baregehên leşkerî li bajar û herêmên Başûrê Kurdistanê ava bike, mîna Batûfan, Bamernî, Herîr û Şêladizê. Her wiha di dema derketina DAIŞ’ê de dewleta Tirk herêma Başîqa û herêmên navborî yên Başûrê Kurdistanê dagir kirin û niha jî gelek herêmên li Heftanîn, Xakûrk û Zapê dagir kirine.

Ya ku rewabûn daye dewleta Tirk a dagirker, PDK ye. Ya vê yekê jî piştrast dike, di dema êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê ku di encamê de sivîl jiyana xwe ji dest didin, PDK, PKK’ê bi vê yekê tawanbar dike.

Têkiliyên di navbera PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker de gihaştine astekê ku êdî nikarin jev qut bibin.

Gelê Kurd û KCK ji PDK’ê dixwazin ku helwesta xwe ji êrişên dewleta Tirk eşkere bike, lê PDK’ê tu helwesteke fermî nedaye, berovajî wê serokê hikumeta herêmê beriya çend rojan serdana Tirkiyê kir. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

PDK’ê helwesta xwe eşkere kir, heta niha êriş şermezar nekirine. Her wiha serdana Nêçîrvan Barzanî ji Enqereyê re vê yekê piştrast dike ku partî li gel dewleta Tirk e. Bi vê serdanê re Nêçîrvan Barzanî wiha dibêje "Ez di vî şerî de bi dewleta Tirk re me."

Der barê serdanê de daxuyanî hat dayîn ku Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina nûnertiya hikumeta herêma Kurdistanê li Tirkiyê, serdana Enqereyê kiriye. Her wiha di dîmen û wêneyan de hat dîtin ku tu alek ku nûnertiya herêma Kurdistanê û heta ala hikumeta Iraqê jî tune bû, gelo li ser çi nûnertiyê diaxivin.

Al li ku danîbûn gelo, dema Nêçîrvan Barzanî taştê bi Mevlut Çavuşoglu re dixwar, al danîbûn. Li gorî qanûn û protokolan tu fermiyeteke mîna van hevdîtinan tune ye. Hevdîtina fermî ya ku bi Erdogan re pêk hatiye, bû. Ne ala herêmê, ne jî ya hikumeta navendî ya Iraqê tune bû, tenê ya dewleta Tirk hebû.

Nîqaşa li ser vekirina nûnertiya hikumeta herêma Kurdistanê li Tirkiyê hatiye kirin, divê destpêkê bi ala herêmê bihata itîrafkirin û di hevdîtinên fermî de mîna yên bi hêz û dewletên dîtir re pêk tên, tên danîn, bihata danîn.

Xala duyemîn jî, gelek nûçe der barê serdana Nêçîrvan Barzanî de ji Enqereyê re li rêya çapemeniya Tirkiyê derketin, lê tu çapemeniyeke Tirkiyê navê Kurdistanê di wan nûçeyan de bi bîr nexist, tenê gotin Kurdên Iraqê.

Dewleta Tirk heman siyaseta ku li dijî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê pêk tîne li ser PDK’ê jî pêk tîne û dibêje Kurd hene û tiştek bi navê Kurdistanê tune ye.

Nêçîrvan Barzanî mîna waliyê parêzgeha 82’yan a Tirkiyê li Enqereyê hat pêşwazîkirin, ne wek serokê hikumeta herêma Kurdistanê. Anku dan û standina bi Barzanî re mîna waliyekî ji parêzgehên Tirkiyê pêk hat. Her wiha PDK û hikumeta herêma Kurdistanê bi vê yekê razî û qebûl in!

Têkildarî naveroka civînê, li ser navê Mevlut Çavuşoglu hat eşkerekirin ku nîqaş li ser PKK’ê hat kirin.

Tişta ku dixwazim bêjim, serdana Nêçîrvan Barzanî bersiva banga KCK’ê ya eşkerekirina helwesta xwe ji êrişên dewleta Tirk re bû ku ew bi dewleta Tirk re heta ku Silêmanî, Kerkûr û Hewlêrê jî dagir bike.

Gelo hûn daxuyaniyên hin saziyên çapemeniyê yên girêdayî PDK’ê yên vê dawiyê çawa dinirxînin?

Daxuyaniyên vê dawiyê yên ji nivîsgehên çapemeniyê yên girêdayî PDK’ê de hatine dayîn, şermok in, tu giraniya wan a siyasî, civakî û heta exlaqî jî nîn in. Ev daxuyanî mîna axaftina Erdogan li kolanan e û PDK jî heman rêbazê dimeşîne û daxuyaniyên ji naveroka wê ya siyasî û exlaqî vala dide.

Helwesta gel û partiyên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê ya niha çawa ye?

Helwesta gel û partiyên Kurd ên Ii Başûrê Kurdistanê heye, lê ev helwest têrê nakin û pir lawaz in.

Bi nêrîna li hikumeta herêma Kurdistanê, ew ji gelek partiyan pêk tê, PDK’ê, YNK’ê, Partiya Goran û Partiyên Îslamî. Lê di protokolên de fermî de ji bilî PDK’ê tune ye û partiyên dîtir tu helwestan der barê vê yekê de nagirin.

Di serdana Nêçîrvan Barzanî ji Enqereyê de di şandeyê de tu partiyên navborî nîn bûn, heta nûnerê serokê hikumetê Mesror Barzanîn jî tune bû.

PDK’ê tevahî aliyên leşkerî, siyasî, aborî û xizmetguzarî yên li herêma Kurdistanê xistine bin kontrola xwe û tu bandora partiyên dîtir li herêmê tune ye. Her wiha PDK’ê dengê tevahî partiyan bi rêya nakokiyên di navbera wan de û kirîna cesareta wan, qut kiriye. Ji lew re dengê wan partiyan der heqê êrişên dewleta Tirk a dagirker de dernakeve.

Lê têkildarî gel, ew azaran ji fişarên PDK’ê ji dikişîne. Ji çend salan ve gel li hember dewleta Tirk a dagirker serî hildaye û agir bi baregeheke wê ya li herêma Şêladizê xist. Lê Asayîşa PDK’ê ew baregeh parast, xwepêşandêr girtin û îşkence li wan kir.

PDK’ê alava kontrolkirinê li ser erebeya ciwanê ku serkêşiya serhildana li dijî artêşa Tirk a dagirker li Şêladizê dikir, danî û piştre jî firokeya bêpîlot a dewleta Tirk erebe bombebaran kir û ciwan şehîd bû.

PDK’ê li dijî gelê Başûrê Kurdistanê fişar û kiryarên şovînîst pêk tîne. Ji lew re gel li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê bi taybet li Hewlêr û Dihokê nikare dengê xwe bilind bike û li hember derkeve.

Bi nêrîna we çi idîayên dagirkirina zêde ya xaka Başûrê Kurdistanê hene û bandora wê li ser gelê Kurd û Kurdistanê çi ye?

Divê em baş bizanin ku Başûrê Kurdistanê ne milkê PDK û YNK’ê ye, lê parçeyek ji Kurdistanê ye. Heke Başûr hat dagirkirin, dê tevahî hêzên Kurdistanê, PDK, YNK, Goran û PKK xisarê bibînin.

Ji lew re divê tevahî helwesteke cidî der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û îxanetkerên pê re, bidin.

Mixabin heta niha partiyên Kurd nikarin helwesta xwe li ser êrişan bikin yek, ev jî helwesta PDK’ê ya ku bi dewleta Tirk a dagirker re hevalbend e, xurt dike.

We bi bîr xist ku ger parçeyên dîtir ji Başûrê Kurdistanê hatin dagirkirin dê Kurd zirareke mezin bibînin, gelo niha di vê merheleyê de ji gelê Kurd çi tê xwestin?

Piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê Kurd, stêrka Kurd li cîhanê şewq da û nasnameya xwe da der û kurdan bandor li tevahî cîhanê kir. Her wiha hinan destnîşan kir ku Kurd heye û tu kes nikare wan qir bike. Lê belê divê em baş bizanin ku hewldanên qirkirina Kurd hene. Nîşaneya vê yekê jî bajarê Efrînê yê ku ji tevahî bajarên Sûriyê ji dema lidarketina aloziyê de biewletir bû û bi hezaran koçberên ji herêmên dagirkirî pêşwaz kir û tu kes li ser wê naaxive. Her wiha Girê Spî û Serêkaniyê jî hatin dagirkirin û tu kesî li ser wê neaxivî.

Tişta yekane ku parastina hebûna gelê Kurd dike, berxwedana bênavber û yekitiya nîştimanî ya gelê Kurd e.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gX81W9m-1TQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>