Nîjadperestên Tirk ên êrişî karkerên Kurd kiribû, hatin berdan

2 nîjadperestên Tirk ku li bajarê Sakarya yê Tirkiyê êrişî karkerên Kurd kiribû, hatin berdan.

Nîjadperestên Tirk ên êrişî karkerên Kurd kiribû, hatin berdan
8 îlon, 2020   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Karkerên Kurd ên ji Mêrdînê ku ji bo karê berhevkirina findiqan çûbûn Sakaryayê, bûbûn hedefa êrişa nîjadperest a karsaz û gundiyan. 2 kesên ku ji ber vê êrişê hatin destgîrkirin, piştî wergirtina îfadeya wan a li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Bi çavdêriya Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê, K.C. û H.C. ên êrişkar bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê bi sûcdariya "gefxwarin" û "birîndarkirinê" hatibûn destgîrkirin.

Her du nîjadperest piştî lêpirsîna li dozgeriyê derketin pêşberî dadgeriya nobedar û bi şertê kontrola edlî hatin berdan.