Desteya Aborî û Çandiniyê biryara birêxistinkirina tevahî zeviyên çandiniyê da

Desteya Aborî û Çandiniyê biryara birêxistinkirina tevahî zeviyên çandiniyê yên bejî û avî da.

Desteya Aborî û Çandiniyê biryara birêxistinkirina tevahî zeviyên çandiniyê da
8 îlon, 2020   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê biryara bi hejamara 9’an ji bo tekûzkirina rêveçûna xebat û pêkanîna birêxistinkirina çandiniyê da.

Naveroka biryarê wiha ye:

“Têkildarî parastina berjewendiyên giştî û başbûna rêveçûna xebat û pêkanîna birêxistinkirina çandiniyê ji bo berhemên çandiniyê, wiha biryar hate dayîn:

1- Ji tevahî zeviyên çandiniyê yên bejî û avî re xebata birêxistinkirina çandiniyê pêk tê.

2- Divê kaxizên belgekirî di dema pêkanîna xebata çandiniyê de hebin, her wiha divê ji Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Dewlemendiya Sewalvaniyê re çi milkên taybet an jî milkên giştî dibe ew kaxizên belgekirî bên rakirin. Dema wê ji 08.09.2020 heta 31.12.2020’an e.

3- Divê tevahî rewşên istîsmarkirin an jî fînansekirina zeviyên çandiniyê bi peymaneke cotkar ji komîte û navendên çandiniyê hebe.

4- Cihên veguhastina berhemên çandiniyê li gorî birêxistinkirina çandiniyê tên diyarkirin.

(fr)

ANHA