​​​​​​​Rojnamegerekî misirî: Hebûna çete û Tirkan li ber çareseriya siyasî ya Lîbyayê kelem e

Di demeke nêzîk de dan û standinên gera duyemîn a diyaloga lîbyayî li bajarê Bozenîqa yê Mexribê dê li dar bikeve. Rojnamegerê misirî Mihemed Hesen Amir destnîşan kir ku civînên Rîbatê heta niha veşartinek tê de heye, ew jî bi sedema hebûna dewleta Tirk û çeteyan e ku astengiya rastîn li pêşberî çareseriya siyasî ne.

​​​​​​​Rojnamegerekî misirî: Hebûna çete û Tirkan li ber çareseriya siyasî ya Lîbyayê kelem e
7 îlon, 2020   12:02
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Dê her du şande li ser hûrgiliyan nîqaş bikin, jê hilbijartina navên kesayetên ku dê erka serweriyê wergirin, sazûmaniya saziyên dewletê, sepandina agirbestê û dosyayên dîtir.

Wezîrê karên derve yê Mexribê Nasir Borîta got pêşdeçûnên erênî yên vê dawiyê yên bi nûnertiya agirbestê û pêşkêşkirina însiyatîfa lîbyayiyan, dikarin zemînekê ji pêşketina siyasî re ava bikin.

Gerînendeyê rêveberiya Tewcîh El-Manewî ya Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb şeva berê ji ajansa me re piştrast kiribû ku însiyatîfa Mexribê bi hewldana xwekomkirina careke din a koma Îxwan e.

'NIXUMANDINEKE MEZIN HEYE'

Der barê mijarê de, rojnamegerê ji Misirê Mihemed Hesen Amir ji ANHA’yê re wiha axivî: "Hevdîtina li Mexribê, girîng e. Ji ber hevdîtineke bi mebesta amadekirina civînên bê ji bo Cinêvê ye. Hedef jê jî sepandina agirbesta mayînde, gihandina forma avakirina meclisa serokatiyê ya lîbyayî ya nû ye."

Amir bal kişand ser ku “Civînên Rîbatê” tê de nixumandineke mezin heta niha heye û wiha domand: "Hat gotin ku dê li ser asta pisporên lîbyayî ji parlamento û Meclisa Bilind a dewletê li dar bikeve. Erka wan a bingehîn jî pêşkêşkirina formeke qebûlkirî ya der barê belavkirina serweriyê de ye. Ji ber ku ev pêşî li merheleya bê ya pêkanîna hilbijartinên parlamento û serokatiyê vedike. Her wiha dê formeke rastîn a ber bi vegerandina aramiya li welat a beriya 2011’an pêk bîne.”

‘AGIRBEST NE HÊMANEKE ÇARESERIYÊ YE’

Amir wiha domand: “Agirbest ne tê wateyeke mezin li ser asta aloziya Lîbyayê û hêmaneke çareseriyê ye. Ji ber ku di gelek boneyan de agirbest hat ragihandin. Lê belê bê sûdewar e. Sedema vê jî hebûna leşkerî yan jî milîsên li ser erdê ye, dibe ku ew xwedî gotina dawîn bin, bi taybet li Terablus an jî li Mesratayê, ne meclisa serokatiyê yan jî meclisa dewletî xwedî gotin bin."

‘FORMA ÇARESERIYA SIYASÎ BI DERXISTINA HÊZÊN TIRKIYÊ Û ÇETEYAN PÊKAN E’

Amir da zanîn ku pirsgirêka mezin hebûna dewleta Tirk e, ne pêkan e tu formek ji çareseriya siyasî li Lîbyayê re bêyî derxistina hêzên dewleta Tirk û çeteyên ji Enqereyê hatine, pêk bê û wiha pê de çû: "Her wiha helwesta rojayê Lîbyayê bi vê yekê ve girêdayî ye. Di heman demê de jî pirsgirêkên dîtir ên girêdayî şandina van çeteyan a cihekî din heye, li gel wê jî dosyaya petrol û parvekirina dahatên wê bi awayekî adilane ye.”

‘ALOZIYA LÎBYAYÊ GIRÊDAYÎ BERJEWENDIYÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ YE'

Rojnamegerê misirî Mihemed Hesen Amir diyar kir ku hesabên aloziya Lîbyayê bi berjewendiyên hêzên herêmî û navneteweyî ve girêdayî ne, her wiha ew hewl didin berjewendiyên xwe yên li Lîbyayê dabeş bikin. Ev dabeşkirin jî dê bi xwe re parçekirina xaka Lîbyayê bîne. Dê bi wê re jî Lîbya wek welatekî hilweşiyayî bimîne.

fr

ANHA