​​​​​​​Gelê Kobanê bi meşekê piştgiriya berxwedana Heftanînê kir

Şêniyên bajarê Kobanê bi meşekê piştgiriya berxwedana Heftanînê kir û bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî planên qirkirina gelê Kurd bisekinin.

​​​​​​​Gelê Kobanê bi meşekê piştgiriya berxwedana Heftanînê kir
​​​​​​​Gelê Kobanê bi meşekê piştgiriya berxwedana Heftanînê kir
​​​​​​​Gelê Kobanê bi meşekê piştgiriya berxwedana Heftanînê kir
​​​​​​​Gelê Kobanê bi meşekê piştgiriya berxwedana Heftanînê kir
7 îlon, 2020   11:26
KOBANÊ

Xwepêşandan ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Azadî û Qada Şehîd Agîd ve çû. Li wir meş veguherî mîtîngê û bi armanca şermezarkirina sûcên artêşa Tirk axaftin hatin kirin.

Xwepêşandêran pankartên "Bijî berxwedana Heftanînê”, “Na ji xeta îxanetê û êrişên dewleta Tirk a faşîst re” û “Berxwedana jinan hebûna Erdogan hejand" rakirin.

Xwepêşandêran sloganên "Na ji êrişên li dijî Heftanînê û gelê Kurd û tevahiya erdnîgariya Kurdistanê re, divê dewletên navneteweyî li  dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bisekinin" berz kirin.

Bi navê Rêveberiya Xweser Îsmet Şêx Hesen axivî û got roj bi roj gelê Kurd xurttir dibin, ji ber vê Erdogan êriş dike. Hesen got: "Erdogan û hikumeta xwe hewl didin pirsgirêkên xwe yên li hundir derxin derve, ji ber vê êrişî gelê Kurd û destwerdana herêman dikin."

Paşê bi navê Tevgera Jinên Azad Madlîn Ararat axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide hebûna gelên herêmê tune bike û bi siyasetên xwe yên di êrişkirina ji herêmê re diyar dibe, dixwaze nasnameya gelan biçewisîne.

Madlîn Ararat ev yek li axaftina xwe zêde kir: "Gel îsbat kir ku dikarin parastina nirxên mirovahiyê bikin û li hemberî çekên giran ên dewleta Tirk bisekinin."

Madlîn Ararat di dawiyê de da zanîn ku ew ê heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin.

Di dawiya mîtîngê de sloganên “Bijî berxwedana Heftanînê” hatin berzkirin.

eh

ANHA