​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê şaneyeke DAIŞ`ê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarên rojhilatê Dêrazorê piştî şopandina ku çend rojan dewam kir, şaneyeke DAIŞ`ê girt.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê şaneyeke DAIŞ`ê girt
7 îlon, 2020   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ii ser malpera xwe belav kir, Hêzên Ewlekariyê li bajarokê Şehîl ê gundewarên Dêrazorê şaneyeke DAIŞ`ê ku ji 7 çeteyan pêk dihat, girt. Şaneyê hewl dida mayinan biçîne û beriya wê jî li herêmê hin sûcên suîqastkirinê pêk anîbûn.

Endamê Saziya Ewlekariya Giştî ya Dêrazorê got endamên şaneyê plan dikir ku sûcên terorê pêk bînin, her yekî ji wan karekî taybet dikir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek teqemeniyên destçêkirî, topên hawanê, bombeyên destan, têlên sifir (baqir) û miqdareke madeya TNT a xurt desteser kirin.

(eh)