​​​​​​​Jinên Ereb: Ji bo şikandina tecrîdê divê em asta têkoşîna xwe bilind bikin

Jinên pêkhateya Ereb banga bilindkirina asta têkoşînê û şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir, li gel vê yekê banga hişyarkirina ji planên dewleta Tirk a dagirker kirin.

​​​​​​​Jinên Ereb: Ji bo şikandina tecrîdê divê em asta têkoşîna xwe bilind bikin
7 îlon, 2020   10:45
QAMIŞLO

Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star a li Til Hemîsê hate dayîn û endama Kongreyê Nîra Hemko xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Êdî sûcên dewleta Tirk ên terorane nayên veşartin û her kesî nas kirine, ne tenê li ser asta Sûriyê û Iraqê, lê belê li ser asta cîhanê pêk ve sûcan pêk tîne, mînaka wê jî bûyerên li Deryaya Spî rû didin û gefan li ewlehiya Yewnanistanê dixwe û beriya wê jî çete şandin Lîbyayê."

Daxuyaniyê destnîşan kir ku jinên Til Hemîsê heta dawî li tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bînin ew ê tê bikoşin, ji ber rêbertî serokê mirovahiyê ye û dermanê gel û rûmeta wan e, ji ber ku divê ew û cîhan tevde bang li jinên azad ên cîhanê, têkoşeran û desteyên civaka navneteweyî bikin ku li dijî sûcên dermirovî yên ku dewleta Tirk di girtîgehên xwe de li dijî rêber Ocalan pêk tîne, bisekinin.

Di dawiya daxuyaniyê de jinan bang li şêniyên Til Hemîsê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku dijmin hewl dide êrişî herêmên wan bike, ji wan Ebû Rasîn (Zerganê) û Dirbêsiyê, lewra divê ew amade û der barê şerê taybet ê ku dijmin dixwaze berbelav bike û bi vê fitneyan derxe, hişyar bin, li Dêrazorê hewldanên dijmin têk çûn û di dawiyê de wan bi vînê jiyan rist û bi berxwedanê dîrok nivîsandin û bi israra xwe cîhanê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir.

eh

ANHA