​​​​​​​Sergey Lavrov gihaşt Şamê û dê êvarê civîneke çapemeniyê li dar bixe

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro gihaşt Şamê û dê ber êvarê wezîrê karên derve yê hikumeta Sûriyê Welîd Muellim û cigirê serokwezîrê Rûsyayê Yurî Borisov û Sergey Lavrov civîneke çapemeniyê li dar bixin.

​​​​​​​Sergey Lavrov gihaşt Şamê û dê êvarê civîneke çapemeniyê li dar bixe
7 îlon, 2020   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala Sema ya hikumeta Sûriyê ragihand ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gihaşt paytexta Sûriyê Şamê.

Duh bi şev şandeyeke rûsî ya bi serkêşiya cigirê serokê meclisa wezîran a Rûsyayê Yurî Borisov gihaşt Şamê.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê daxuyand ku dê cigirê serokê meclisa wezîran, wezîrê karên derve Welîd Muellim bi cigirê serokê meclisa wezîran a Rûsyayê Yuri Borisov û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re îro seat 4`ê êvarê civîneke çapemeniyê li dar bixin.

Beriya çend rojan dîplomatekî rûsî ev serdan wek serdaneke girîng nirxand û dê di vê civînê de şandeya rûsî behsa geşedanên li Sûriyê bi rayedarên Şamê re nîqaş bike.

(eh)