PYNK: Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî divê bi erka xwe ya agirbestê rabin

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) topbarana bênavber a dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberkirina sivîlan bi darê zorê şermezar kir. Her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê kir ku wekî her du aliyên peymana agirbestê bi erkên xwe rabin û êriş û sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

PYNK: Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî divê bi erka xwe ya agirbestê rabin
7 îlon, 2020   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker dijminahî û êrişên xwe li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berdewam dike û peymanên navneteweyê yên girêdayî agirbestê pêk nayne. Dewleta Tirk herêmên Zirgan, bakur û rojavayê Til Temirê û başûrê Girê Spî bi armanca koçberkirina sivîlan, topbaran dike. Tevî ku nuqteyên çavdêriyê yên Rûsya û hikumeta Sûriyê hene jî, êriş pêk tên û bi dehan sivîl li pêş çavên wan dibin qurbanî.

Têkildarî mijarê, Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li aliyên garantorên peymana agirbestê kir ku bi erkên xwe rabin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dijminahî û hovîtiya dewleta Tirk a faşîst êdî ji tevahî gelên cîhanê re eşkere ye, bi taybetî bi derketina rastiya wê ya tevliheviya dawîn a li herêma Rojhilata Navîn. Lê belê azar û êşa mezin a gelên li Tirkiyê û derveyî wê ne.

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn û piştre Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirine, bi xwe re gelek DAIŞ’iyên mayî û bermahiyên wê anîn. Her wiha bi navên cuda ew perwerde û rêxistin kir. Ji ber ku hîmên exlaq û mirovahiyê li gel faşîstan nîn in, sûcên hovane ji kuştin, revandin, şantaj, dizîn, talankirina mal û milkên gişt pêk tînin.

Piştî dagirkirin Girê Spî û Serêkaniyê dewleta Tirk a dagirker du peymanên agirbestê bi DYA’yê û Rûsyayê re îmze kir. Armanc ji agirbestê rawestandina hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ye. Lê belê ev her du peyman tenê li ser kaxizê man û tundî û sûcên li dijî sivîlan li herêmên dagirkirî û derveyî wê berdewam kir. Dewleta Tirk bi firokeyên xwe yên bêpîlot bi dehan sivîl qetil kir, wekî mînak her sê jinên li Kobanê qetil kir. Li aliyekî din jî sûcên çewisandin û şantajkirina li dijî sivîlan ên bi armanca koçberkirinê û guhartina demografîk, ranewestîn. Her wiha hemû cureyên çekan û di nav de yên qedexekirî bi kar anî.

Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê vê dawiyê jî herêma Zirgan û herêmên bakurê Til Temirê, rojava û başûrê Girê Spî bi armanca wêrankirina gundan û koçberkirina sivîlan, topbaran dike. Tevî ku nuqteyên çavdêriyê yên Rûsya û hikumeta Sûriyê hene jî, lê dîsa êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li pêş çavên wan pêk tên, endamên wan dibin qurbanî û bi dehan sivîl tên qetilkirin.

Em Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd bang li DYA’yê dikin ku serkêşiya Koalîsyona Navneteweyî dike û aliyekî agirbesta yekemîn bi Tirkiyê re ye, her wiha em bang li Rûsyayê dikin ku aliyê duyemîn a agirbesta bi Tirkiyê re ye ku  sûcên dewleta Tirk ên bombebaran û topbarankirina bênavber rawestînin û bi erkên xwe rabin. Her wiha bang li gelê xwe ji Ereb, Suryan, Aşûr û Kurd dikin ku bi xak û rûmeta xwe ve girêdayî bin û bang li tevahî hêzên siyasî û demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê dikin ku têkildarî sûcên dewleta Tirk a faşîst bê deng nemînin."

(fr)