​​​​​​​Li navenda çeteyên Tehrîr El-Şam a li Idlibê teqînekê rû da

SOHR’ê ragihand ku li rojavayê Helebê li navenda çeteyên Tehrîr El-Şam teqîneke dijwar rû da û li başûrê Idlibê jî di navbera çete û hêzên hikumeta Sûriyê de şer derket.

​​​​​​​Li navenda çeteyên Tehrîr El-Şam a li Idlibê teqînekê rû da
7 îlon, 2020   09:26
NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku li bajarokê Ebzimo yê li bejahiya rojavayê Helebê, îro dengê teqîneke mezin hat û paşê dengê çend teqînên din jî hat. Teqîn li hundirê navenda leşkerî ya çeteyên Tehrîr El-Şam pêk hatiye û di encamê de ji ber mayinên li hundirê navendê, navend hilweşiya.

SOHR`ê destnîşan kir ku sedema teqînê hate niha ne diyar e. Her wiha nayê zanîn ka gelo di encama derbeyên hewayî yên balafirên Koolîsyona Navneteweyî de yan kesên nenas ev êriş pêk anîne. SOHR`ê da zanîn ku beriya teqîn rû bide bi çend rojan çeteyên Tehrîr El-Şam ji navendê derketin.

Her wiha îro hêzên hikumeta Sûriyê herêmên Qoqfîn, Hiloba, Bara, Sifohin, Kefer Uwîd, Filêfil, Fetêra yên li çiyayê Zawiyê yên Ii gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin û bajarê Erîha jî kir armanc.

Çeteyan jî nuqteyên hikumetê yên li bajarê Kefer Nibul ê li başûrê Idlibê topbaran kirin û agahiyên der barê wındahiyan de bi dest neketin.

SOHR`ê duh daxuyand ku hêzên hikumetê careke din nuqteyên gundên  Sifohin, Fetêra, Bara yên li çiyayê Zawiyê yên li başûrê Idlibê kirin armanc.

(eh)