​​​​​​​Asayîşa Êzidxanê têkildarî bûyera kuştina 2 kesan li Şengalê daxuyanî da

​​​​​​​Asayîşa Êzidxanê li ser bûyera duh a kuştina 2 welatiyên ji pêkhateya Ereb û provokasyona ku bi vê yekê re hate plankirin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êriş hate şermezarkirin û hate ragihandin ku kesên hatine girtin, tu eleqeya wan bi wan re nîn e.

​​​​​​​Asayîşa Êzidxanê têkildarî bûyera kuştina 2 kesan li Şengalê daxuyanî da
7 îlon, 2020   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya Şengal û bajarokê Tilizêr duh 2 mirovên ji pêkhateya Ereb ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.

Hema piştî bûyerê, Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê 4 kesên gumanbar girtin ku hate îdiakirin wan kesan kincên Asayîşa Êzidxanê li xwe kirine.

Fermandariya Asayîşa Êzidxanê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Asayîşa Êzidxanê wiha ye:

"Di serî de em vê bûyera duh a li ser rêya Şengal û nehiya Tilizêr şermezar dikin, ku di encamê de ji eşîra Şemir 2 welatiyên bi navên Saûd Minawer û Hemad Delî ji aliyê çend kesên çekdar ve hatin kuştin. Em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Kesên navborî tu eleqeya wan bi hêzên me re nîn e û ne endamên Asayîşê ne. Li ser bûyerê 4 kes hatin girtin û di destê hêzên ewlekariyê yên Iraqê de ne. Em jî li gel wê yekê ne ku ev kes bên dadgehkirin û bên cezakirin."