​​​​​​​'Komxebata têkildarî şerê taybet girîng bû'

Beşdarên komxebata derbarê şerê taybet ku li Kobanê hate lidarxistin gotin: "Di demekê de ku şer û êriş ji hemû aliyan ve li dijî me tên kirin ev komxebat bi sûd bû. Bi taybetî piştî ku dijmin siyaseta xwe ya leşkerî veguherand şerê sar."

​​​​​​​'Komxebata têkildarî şerê taybet girîng bû'
7 îlon, 2020   05:31
KOBANÊ – NÎHAD KERIO – SAMIR OSMAN

Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê, rojên în û şemiyê bi beşdarbûna bi dehan siyasetmdar, rewşenbîr, hiqûqnas û rûspiyan komxebatek ser şerê taybet û çawaniya bersivdayîna wê li dar xist.

Ji beşdarên komxebatê, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa û Endama Navenda Jineolojî ya Kobanê Narîn Temo ji ANHA'yê re axivîn.

Gêlo Îsa got: "Komxebat ji aliyê mijarên ku hatin pêşkêşkirin de bi nirx bû. Divê saziyên Rêveberiya Xweser bi cidî li ser wê bisekinin. Divê em sûdê ji van mijaran bigirin û li ser pirsgirêkên sereke yên di civaka me de mîna bikaranîna madeyên hişbir bisekinin da ku çareseriyekê jê re bibînin."

Îsa destnîşan kir dijmin bi rêya şerê taybet ê li ser civaka me û bi rêya sîxurên xwe hewl dide civakê ji hev bixe û got: “Ji me tê xwestin ku li kêleka hêzên xwe bisekinin, zanistê pêş bixin û astengiyên ku civak ji rêveberiyê qut dike rakin da ku karibin li hemberî vî şerî bisekinin."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa di dawiya axaftina xwe de bang li civakê kir ku ji bi pey propagandayên ku fitneyê di navbera pêkhateyan de derdixin nekevin, her wiha bang li rêveberiyê kir ku destekê bide gel di demekê de dijmin bi hemû rêbazan dixwazin gel ji hev bixin. Her wiha sûdê ji çareseriyên ku di komxebatê de hatine pêşniyarkirin, bigirin.

Endama Navenda Jineolojî ya bajarê Kobanê Narîn Temo got: "Şerê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dijminê ve berdewam e, bi taybet piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, ji ber vê yekê me ev komxebat di vê demê de li dar xist."

Narîn Temo destnîşan kir ku dijmin ji salekê ve siyaseta xwe ji leşkerî veguherand şerê sar û lîstina bi damarê gel û got: "Ji ber vê rêveberiyê ev komxebat li dar xist da ku li ser rêbazên bersivandina vî şerî bibînin û karibin bi hev re çareseriyên guncaw peyda bikin."

Endama Navenda Jineolojî ya Kobanê Narîn Temo di dawiya axaftina xwe de got: "Komxebat baş bû, piraniya beşdaran rewşenbîr, siyasetmedar û hiqûqnas bûn. Ji vê komxebatê em gihîştin encamên baş. Em bi hêvî ne ku aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser li ser encamên wê bisekinin û bi hêvî ne ku encamên wê wekî belavokên hişyariyê li saziyan bên belavkirin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mOGd90ll4jk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>