​​​​​​​'Divê ciwan hemû enerjiya xwe bixin xizmeta civakê'

Ciwanên Minbicê gotin: "Istîxbarata Tirkiyê beşê ciwanan ji bo berjewendiyên xwe û derxistina fitneyê dike sîxur. Divê ciwan li pey siyasetên dijmin nekevin û enerjiya xwe bixin xizmeta civakê."

​​​​​​​'Divê ciwan hemû enerjiya xwe bixin xizmeta civakê'
7 îlon, 2020   05:17
MINBIC

Endamê Rêveber ê Yekitiya Werzîşê ya Minbicê Hecî Mehmûd û Hevserokê Tevgera Ciwanan Nasir El-Xalid têkildarî armancên dewleta Tirk ên sîxurkirina ciwanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA'yê re axivîn.

Hecî Mehmûd diyar kir ku MÎT'ê di çarçoveyê şerê xwe yê taybet ê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ciwanan dike hedef û got: "Bi rêya tevna civakî hestên ciwanan dike armanc, da ku wan bi aliyê xwe ve bikişîne û wan ji bo berjewendiyên xwe û derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên gelê herêmê de bikin sîxur."

Hecî Mehmûd bang li ciwanan Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku yekitiya xwe ava bikin, bi pey siyasetên MÎT'ê nekevin, çi bi rêya pereyan be, an jî madeyên hişber be û xwest ku ciwan hemû enerjiya xwe bixin xizmeta civakê.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreger ên Sûriyê li bajarê Minbic û gundewarê wê Nasir El-Xalid diyar kir ku kiryarên MÎT'ê yên li dijî ciwanan şikandina îradeya wan û dûrxistina wan ji parastina welatên xwe armanc dike.

Nasir El-Xalid got: "Dewleta Tirk a dijmin hewl dide bi hemû rêbazan ciwanan bi aliyê xwe ve bikişîne û wan ji bo xizmeta xwe bike sîxur."

El-Xalid bang li ciwanan kir ku bi berjewendiyê gelê xwe û welatê xwe bifikire û bi pey kiryarên ku ziyanê dide xwe û welatê xwe nekeve.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tn9ojhn8ye0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>