​​​​​​​47 sal e her bihosteke Rojava wêne dike    

Feysel Elî Şêx Mûsa wênekêşekî naskirî ye, di ciwaniya xwe de ji bo karekî ji xwe re bibîne ji Qamişloyê berê xwe dide Lubnanê û li wê derê karê wênekêşiyê nas dike. Ev 47 sal e makîneya wî bi stûyê wî ve û şadî û hizna şêniyên Rojava û Sûriyê bi deklaşora wênegira xwe tomar dike û wan dike bîranîneke nemir.  

​​​​​​​47 sal e her bihosteke Rojava wêne dike    
7 îlon, 2020   06:26
QAMIŞLO- MEHMET EKÎNCÎ

Feysel Elî Şêx Mûsa 63 salî ye, ev nêzî nîv sedsal e bê west û bê rawestan karê wênekêşiyê dike û li herêma Cizîrê ji aliyê her kesî ve tê naskirin. Mûsa, berî 47 salan ji bo debara nanê xwe ji Qamişloyê berê xwe dide Lubnanê û li vê derê wênekêşê bi navê Sako Birc Hemûd ê Ermen nas dike û li ber destê wî dikeve nav kar û barê wênekêşiyê. Mûsa, hema bêje arşîva nîv sedsala herêmê hildaye û sûretên nîv sedsalekê li ber destê wî amade hene.    

Mûsa diyar kir ku ew salekê wek suxre li ber destê Sakoyê Ermen xebitiye û xwe fêrî pîşeya wênekêşiyê kiriye û got wî di jiyana xwe de tenê bi wênegirtinê nanê xwe xwariye, bi fotoyên xwe arşîva herêmê daye hev.

Mûsa bi bîr xist ku di sala 1975’an de dema li Lubnanê şer dest pê kiriye ji bo tu kesî zemîna jiyanê li vê derê nemaye û wiha got: “Piştre min jî berê xwe da Şamê û min li wê derê leşkeriya rejîma Sûriyê kir. Nêzî 5 salan min leşkeriya rejîmê kir paşê ez hatime Qamişloyê min dest bi girtina wêneyan kir. Ev 47 sal e ez vî karî dikim. Li gel ku gelek caran derfeta karên dîtir jî ji bo min peyda bû jî min her ev karê xwe kir, çimkî min ji vî karî pir hez kir.”  

‘HINGÎ MIN WÊNE GIRTIN MIN MIROV JÎ NAS KIRIN’

Mûsa diyar kir ku wî hindî ku wêneyên mirovan kişandine wî baştir mirov nas kirine û wiha got: “Gelek mirovên ji vir koçî Tirkiye, Lubnan, Iraq, Ewropa û gelek deverên din bûne min bi wênegiriyê nas dikin.” Feysel wek wênekêş diçe dawetekê û wiha behsa wê dawetê dike: “Berê gava ez diçûm dawetê bo fotografan bigirim min 13 şerîdên fîlman ên ji 36 liban pêk tên bi xwe re dibirin. Piştî min tev digirtin min xwe ji beşdarên dawetê vedişart û bi dizîka diçûm mala xwe. Çimkî min di xwe re nedidît dîsa vegerim malê û şerîdên nû bînim da pê wêneyên nû bigirim.”

Mûsa di dawetan de, di Newrozan de, di cejn û şahiyan de, di geşt û seyranên bihar û havînan de çûye wêneyên şêniyên herêma Cizîrê girtine, bi qewlê wî, arşîva wêneyên wî li tûr û telîsan hilnayên.

Her wiha Mûsa wêneyê stranbêj û şanogerên mîna Şivan Perwer, Dûredil Ham, Ebû Enter û Semîra Tewfîq girtine û destnîşan kir ku berê qedr û nêzîktêdayîna bo wêneyan baştir bû û wiha got: “Li sûka bajêr posterê hunermend Semîra Tewfîq dihat daliqandin. Wêneyên min li cem wî posterî girtine ji hezarî zêdetir in. Ji westiyanê ez xwêdan didam. Pereyê min ji karê xwe distand li berîka min hil nedihat. Gava min wêneyê kesekî digirt yekî din dikete şûna wî. Heta nas û dostan telefonî min dikir, digot ‘ka were wêneyê me bigire’.”  

Mûsa amaje bi derketina telefonên nûjen kir û diyar kir ku bi derketina wan re pîşeya wênekêşiyê jî hatiye ber jibîrkirinê û wiha axivî: “Berê em gelek dixebitîn. Heta çapxaneyên wêneyan ji bo me kar dikir, bi zorê karê me digihandin. Bi madî jî min 8 zarokên xwe bi hatina ji vî karî mezin kirin.”

‘WÊNEGIRÊN TAYBET DI DESTÊ HER KESÎ DE TUNE BÛN’

Wênekêş Mûsa aşkera kir ku berî wî jî li herêmê fotogir hebûne û wiha bi axaftina xwe de çû: “Koko û kekê wî Virêcê Ermen hebûn. Virêc heta mirina xwe jî karê wênekêşiyê kir. Koko piştî derketina telefonên nûjen dest ji vî karî berda û li mala xwe ya Helebê ji xwe re dukanek vekir. Niha gelek bi nav sal ve çûye. Koko nêzî 80 salan wênekêşî kir. Gava dihate van deran gelek rojnamegeran dixwest pê re hevpeyvînan li dar bixin. Helbet dihatin pê min jî lê ez qayil nebûm.”   

Feysel Elî Şêx Mûsa bi bîr xist ku makîneya wî ya ewil bi markeya Yashica bûye û wiha got: “Wê demê makîneyên wênekêşiyê hem gelekî nirxdar bûn hem jî gelekî buha bûn. Zû bi zû her kesî peyda nedikirin. Ez wek çavên xwe li makîneyên xwe dinêrim, bi salan e ez wan nik xwe vedişêrim, markeyên wan Canon, Minolta, Ricoh, Zenit, Yashica, Praktica ne.”   

‘WÊNEGIRA MIN BI MIN RE BIXIN MEZELÊ MIN’

Mûsa behsa nêzîkbûna malbata xwe ji karê wî re jî kir û da zanîn ku wexta wî ewil dest bi vî karî kiriye malbata wî nerazîbûn nîşan nedaye. Mûsa wiha behsa wan deman kir: “Malbata min deng nekir lê xizm û nasên min gote min tu çima bi karekî din mijûl nabî. Min digote wan ez ji vî karî hez dikim û ez dest jê bernadim. Ez ê heta mirinê bi vî karê xwe rabim. Gava ez bimirim jî ez ê makîneya xwe bi xwe re bibim gora xwe.” Mûsa diyar kir ku wexta li Lazkiyê esker bûye jî dest ji makîneya xwe bernedaye û wiha behsa wan rojan kir: “Piştî kar û barên eskeriyê min makîneya xwe bi stûyê xwe ve darda dikir, min 10 fîlm hildidan nik xwe û ez diçûme cihê bi navê Sahtil Ezreqê, min bi 10 qurûşî foto digirtin.”

WÊNEGIRTINA BI AWAYÊ XWEZAYÎ

Mûsa bal kişand ku gelek wêneyên şêniyên bajêr li cem xwe hilgirtine û wiha got: “Mirovên koçkirî heke rojekê vegeriyan û ez sax bim, bila bên ez ê wêneyên wan bidimê. Ez hem negatîfa wan fotoyan hem jî awayê çapkirî li cem xwe radigirim. Piranî ez sûretê rewş û tîtalê mirovan ê nav jiyanê digirim.”

Feysel Elî Şêx Mûsa der barê fotokariya stûdyoyê de jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha axivî: “Tu rabî li stûdyoyê li ber kartonekê bisekinî an jî dîmeneke nezindî bidî pişt xwe û fotoyê xwe bigirî, bo min ev tiştekî bêwate ye. Lê gava te fotoyek li parkekê, li devê golekê girtibe, ew wateya xwe heye, gava tu lê binêrî dê bîranînên te bên bîra te. Gava nîşanî kesekî bidî tu yê bikaribî jê re bibêjî, ‘binêre, ev der welatê min e.’” Mûsa da zanîn ku ew fotokariya stûdyoyê tercih nake û wiha got: “Tew ji bo debarê jî min nexwest li stûdyoyê bisekinim û wêneyan bigirim. A rastî bi dilê min nebû. Bi dehan muşteriyên min hene. Gelek hevalên min ji xwe re stûdyo vekirin lê min xwest ez wisa bimînim. Heta îro jî ez wek wênekêşekî gerîde karê xwe didomînim.”     

(od)

ANHA