Rojnameyên Eerebî: Hikumeta Esad ji ber serdana şandeya Rûsyayê bi fikar e

Rojnameyên erebî yên îro der barê serdana şandeya Rûsyayê bo Şamê, her wiha arîşeya di navbera Yewnanistan û Tirkiyê de nivîsîn.

Rojnameyên Eerebî: Hikumeta Esad ji ber serdana şandeya Rûsyayê bi fikar e
7 îlon, 2020   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: JI BER SERDANA LAVROV, ESAD DITIRSE SÛRIYE BIKEVE PÊŞVAJOYA DERBASBÛNÊ

Rojnameyê wiha nivîsî: "Çavkaniyên erebî diyar kir ku rejîma Sûriyê ji serdana şandeya Rûsyayê ku dê îro (duşem) biçe Şamê, di nav wan de wezîrê karên derve Sergey Lavrov  jî heye, ditirse.”

Çavkaniyan diyar kir tirsa rejîmê ji wê yekê ye ku hatina Lavrov tê wateya ku dê hinek biryar li ser serokê rejîmê Beşar Esad bêne ferzkirin, divê ew zû wan biyaran bide.

Yek ji wan biryaran jî pêkanîna biyara Konseya Ewlehiyê ya 2254’an e, ew tê wateya ku Sûriyê bikeve pêvajoya derbasbûnê û makezagoneke nû bê amadekirin.

Li gorî çavkaniyên erebî yên ku rewşa Sûriyê ji nêz ve dişopînin, piştî sala 2012`an ev cara pêşî ye ku Lavrov tê Sûriyê.

Her wiha diyar kir ku şandeya Rûsyayê ku dê bigihêje paytexta Sûriyê, dê bi serokatiya cîgirê serokwezîr Yurî Borisovov re be. Her wiha dê di nava şandiyê de cîgirê  wezîrê karên derve Mîxaîl Bogdanov jî hebe ku ew jî mîna Lavrov karên rejîma Sûriyê naecibîne, li gorî ku hinek kesayetên Ereb ên nêzî rayedarên Rûsyayê diyar kir.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê beriya niha di sala 2013`an de pêşwaziya wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd El-Muellim kiribû û der barê bikaranîna çekên kîmyewî li Xûtayê de hişyar kiribû. Serdana şandeya Rûsyayê di demeke wiha de ye ku di navbera malbata Esad û Mexlûf de arîşe hene.

Rojnameya El-Ereb diyar kir ku ev arîşe dike kûr bibe, piştî mu Mihemed Mexlûf bi nexweşiya koronayê ketiye, li gorî çavkaniyan jiyana bavê wî Ramî Mexlûf, di xeteriyê de ye, ji ber ku temenê wî mezin e.

EL-BEYAN: YEWNANISTAN TIRKIYÊ HIŞYAR DIKE; YAN PAŞDEKIŞANDIN YAN RÛ BI RÛ BÛN

Der barê arîşeya di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de rojnameyê nivîsî: "Hikumeta Yewnanistanê hişyariyeke hişk da Tirkiyê û xwest ku arîşeyê kêm bike yan jî dê beramberî cezayên dijwar bimîne, di vê navberê de li bakurê girava Qibrisê manewrayên leşkerî dest pê kirin ku ew jî bû yek ji xelekên arîşeya Tirkiye û Yewnanistanê ku ev çend meh e dewam dike.”

ŞERQ EL-EWSAT: HEVDÎTINÊN LÎBYAYÊ SEROKATIYA HIKUMETÊ Û AVAKIRINA ‘MECLISA SEROKATIYÊ’ GOTÛBÊJ KIRIN

Rojnameyê nivîsî: "Diyaloga Lîbya-Lîbyayê ku duh li havîngeha Boznêqa ya Fasê dest pê kir, di navbera şendeya ‘Meclisa Bilind a Dewletê’ û ‘Meclisa Nûneran’ (Perlemana Tibriqê) dest pê kir, mijara çarenûsa hikumetê û ji nû ve avakirina meclisa serokatiyê û saziyên dewleta Lîbyayê nirxandin, her wiha mijara çespandina agirbestê û destpêkirina hevdîtinan di navbera aliyan de.”

EL-BEYAN: LIBNAN DI NAVBERA INSYATÎFA PARÎŞÊ Û FIŞARÊN WAŞNIGTONÊ DE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Tevgera navdewletî li herêmê piştî şaxên wê yên cuda hene, lê niha bala her kesî li ser însiyatîfa Fransê ya ji bo Lubnanê ye. Gelek şîroveyên cuda jî der barê helwesta Amerîkayê de derketin, bi taybet ka dê Amerîka bixwaze li Fransayê bizivire yan dê piştgiriya wê bike.”