Şandeyeke rûsî ya payebilind gihîşt Şamê

SANA'yê ragihand ku şandeyeke rûsî ya payebilind gihîşte Şamê

Şandeyeke rûsî ya payebilind gihîşt Şamê
6 îlon, 2020   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeya a Sûriyê (SANA) ya girêdayî hikumeta Sûriyê ragihand "Şandeyeke rûsî ya payebilind bi serkêşiya Cîgirê Serokwezîr Yuri Borisov gihaşt balafirxaneya Şamê ya navdewletî.

Tê payîn ku ev şande bi rayedarên hikûmeta Sûrî re der barê pêşxistina têkiliyên herdu welatan di hemû qadan de diyalogan pêk bîne."