​​​​​​​Li Serêkaniyê mayînek bi çeteyan ve teqiya

Li herêma Til Eşref a girêdayî bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî, mayînek bi komeke çeteyên "Sultan Murad" ve teqiya. Di encamê de hejmarek çete birîndar bûn.

​​​​​​​Li Serêkaniyê mayînek bi çeteyan ve teqiya
6 îlon, 2020   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got, teqîn hemwextî şerê di navbera komên çete yên Sultan Murad û Furqet El-Hemzat de yê li gundên Mişia, Mehmûdiya, Eniq El-Hewa, Qibûr Qeracina û Munax ên dagirkirî rû da.

SOHR, diyar kir ku piraniya şerê ku rû dide, li ser parvekirina mal û milkên dizî ne. Her wiha destnîşan kir ku ji ber şer windahiyên herdu aliyan çêbûn û 3 mal şewitîn.

Navenda  Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, duh ragihandibû ku çeteyan ji nuqteyên xwe yên li gundê Meşia, gundê Munax ên navçeya Til Temîrê ku di bin dagirkiriya wan de ne, bi moşekan kirin hedef.

SOHR, diyar kir şevê din û vê sibehê du erebeyên bombebarkirî li gundên Til Temirê yên dagirkirî teqiyan.