Le Drian: YE'yê wê li ser dosyeya Tirkiyeyê bisekine

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian diyar kir ku wê rojeva civîna Yekitiya Ewropayê ya di dawiya meha Îlonê de Tirkiye be û wê li ser zextan bisekinin.

Le Drian: YE'yê wê li ser dosyeya Tirkiyeyê bisekine
6 îlon, 2020   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna Konseya Ewropayê ya ku wê serokwezîr û serokkomarên hemû welatên endamên Yekitiya Ewropayê lê bicivin wê de di 24-25’ê Îlonê de were kirin.

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê ji radyoya France Înterê re axivî û got, “Di dawiya vê mehê de wê Konseya Ewropayê li ser dosyeya Tirkiyeyê bisekine.”

Jean Yves Le Drian got ku “Ji bo rêzkirina zextên em ê karibin li ser Tirkiyeyê bikin, çend roj berê wezîrên karên derve li Berlînê ev dosye amade kir.”

Wezîrê ji Fransayê got ku, “Em vî tiştî ji Tirkiyeyê re dibêjin, di nav Konseya Ewropayê de li ser Rojhilata Behra Spî kapasîteya nîqaşê nîşan bidin. Nîqaşkirina vê meseleyê di destê Tirkan de ye.”

Le Drian got ku, “Hin tevdîr hene ku em dikarin bistînin. Em ne bêçare ne û Erdogan jî baş bi vî tiştî dizane.”