Ciwanên PYD`ê yên Lubnanê piştgiriya berxwedana Heftenînê kirin

Ciwanên PYD`ê yên li Lubnanê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker piştgiriya xwe ji berxwedana Heftenînê re nîşan dan û gotin: "Armanca Tirkiyê derxistina fitneyê di navbera gelên herêmê de û şikandina vîna gelê Kurd e."

Ciwanên PYD`ê yên Lubnanê piştgiriya berxwedana Heftenînê kirin
6 îlon, 2020   13:49
BEYRÛT

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li paytexta Lubnan Beyrûtê, ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê û şermezarkirina êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Kurdistanê, daxuyaniyek parve kirin.

Endama Meclisa Ciwanên PYD`ê Kewser Hisên bi beşdarbûna gelek endaman, daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê ciwanên Kurd ên li Lubnanê em êrişên dermirovî yên li dijî jin û zarokan ên di dirêjahiya dîrokê de heta niha, şermezar dikin.

Li herêmên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine hatine dagirkirin, bi armanca guhertina demografiyê siyasetên qirkirina etnîkî û tirkkirinê tên meşandin. Her wiha revandin, êşkencekirina zarokên bê guneh û tecawizkirina jinan berdewam dike.

Dê berxwedana Heftenînê bi serkeve û îxanet û faşîzma Tirk têk biçe. Wekî Tevgera Ciwanan li Lubnanê em êrişên hovane yên artêşa Tirk li dijî herêma Heftenînê şermezar dikin. Armanca van êrişan têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û gelên herêmê ye.

Dewleta Tirk êrişî hemû parçeyên Kurdistanê dike, lê belê Hêzên Parastina Gel li Kurdistanê û bi taybatî li herêma Heftenînê berxwedaneke bêhempa nîşan didin.

Tirkiyê dixwaze bi rêya sîxur û xanyinan fitneyê di nava gelên herêmê de derxîne û vîna gelan û bi taybetî gelê Kurd têk bibe.

Em bang li hemû rêxistinên cîhanî û hiqûqî û bi taybet li Rêxistina Parastina Mafên Zarokan (UNICEF) û NY`yî dikin ku bi berpirsiyarên xwe yên exlaqî rabin û van sûcan bi dawî bikin. Em soza bilindkirina têkoşînê heta pêkanîna edalet, wekhevî û azadiya civakê dikin.

(cx)

ANHA