Li Stockholmê cangoriyên azadiyê hatin bîranîn

Kurdistaniyên li paytexta Swêdê Stockholmê û hin bajarên din dijîn, li navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê, Gerîlayên HPG’ê Rîhan Mihemed, Delîl Herekol , Şervan Botan, Leyla Agrî û Dozdar Hemo, bi bîr anîn.

Li Stockholmê cangoriyên azadiyê hatin bîranîn
Li Stockholmê cangoriyên azadiyê hatin bîranîn
Li Stockholmê cangoriyên azadiyê hatin bîranîn
6 îlon, 2020   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Merasîma bîranîna şehîdên azadiyê ji aliyê Komîsyona Mabatên Şehîdan ve hate rêxistinkirin.

Merasîma bîranînê bi deqakê rêzgirtinê destpê kir, piştre hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal axivî.

Kartal di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Destkeftiyên me hemû berhema şehîdên me ne, berxwedana Hêzên Parastina Gel, hemû planên dagirkeriyê vala derxistin.''

Kartal di berdewama axafitina xwe de bal kişand ser sekna şervanên azadiyê û valaderxistina teknîka dijmin, bi taybet berxwedana gerîla li Heftanînê û cangoriyên berxwedanê, ku bi xwîna xwe nirxên gelê ma parastin. Her wiha got ku ev berxwedan bû sedema kûrkirina aloziya dewleta Tirk ji hemû aliyan ve.

Kartal di dawiya axaftima xwe de got: "Grîla dest bi hemla xwe kiriye, gelê Kurd jî pêwîste xwedî li vê berxwedanê derkeve û hemlê xwe jî bi ser bixe, li her qadan li Kurdistanê û derveyê welat, bi taybet hemleyên azadiya rêber Apo, ji ber Azadiya rêberê me, destpêka Jiyan û mîlada azade."

Di merasîmê de hevserkê KNK’ê Ehmed Qeremûs jî axivî, di axaftina xwede sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Qermûs bal kişandin ser girîngiya şehîdan û rola wan di têkoşîna azadiyê de û destnîşan kir ku xwedîderketina li şehîdan misogeriya serkeftinê ye.

Qeremûs da zanîn ku wê di xebatên xwe de, bi hemû hêza xwe wê kar bikin, da ku layiqî şehîdan bin.

Piştre xwişka şehîda Rîhan Mihemed, Bêrîtan Mihemed axivî, Bêrîtan di destpêka axaftina xwe de got, ew bi şehadeta xwişka xwe serbilind e û li ser şehîd Rîhan axivî dema ku biçûk bû heya ku tevlî gerîla bû. Bêrîtan soza da ku ew ê li ser şopa xwişka xwe bimeşe, da ku layiqe wê û hevalê wê be.

Piştî axaftina, derbarê jiyana Rîhan Mûhemed di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de sînevîzyon hate nîşandan.

Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Şehîd delîl herekol (Halîs Aka), Rîhan Mihemed (Rûhal Amûdê) û şehîd Ehmet Kavas (Şervan Botn) di 13'ê Hezîrana 2020'an li Gabar şehîd bûn.

Şehîd Abdulrahhman Hamo (Dozdar Hamo), di Mijdara 2019'an bi êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Şehîd Fîlîz Aslan ( Leyla Agirî) di êrîşa hewayî de şehîd bûye.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bSrTSCnBnhk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>