Li Minbicê rê li ber êrişekê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê, 4 bombe bêbandor kirin.

Li Minbicê rê li ber êrişekê hate girtin
6 îlon, 2020   14:50
MINBIC

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li ser agahiyên welatiyan ku cismên bi guman li bakurê taxa Esediyê ya li başûrê bajêr hene, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ketin tevgerê.

Piştî xebatên lêgerînê, pisporên mayînan, 4 bombe dîtin û bêdandor kirin bêyî ku ti ziyan çêbibe.

Malperê diyar kir ku, her bombeyek ji 16 km madeya TNT ya teqemeniya giran pêk dihat û bi alavên kontrolê yên ji dûr û têlan ve girêdayî ye.

Lêpirsîna der barê kesên bombe bi cih kirî dewam dike û heta niha tu gumanbar nehatine girtin.

ANHA