Li Çilaxa û Tirbespiyê rê hatin sererastkirin

Şaredariyên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa rêyên herî zêde zirar dîtine sererast dikin û bi hin projeyên din jî radibin.

Li Çilaxa û Tirbespiyê rê hatin sererastkirin
Li Çilaxa û Tirbespiyê rê hatin sererastkirin
Li Çilaxa û Tirbespiyê rê hatin sererastkirin
Li Çilaxa û Tirbespiyê rê hatin sererastkirin
Li Çilaxa û Tirbespiyê rê hatin sererastkirin
6 îlon, 2020   13:18
QAMIŞLO

Projeyên sererastkirina rêyan li Tirbespiyê û Çilaxa di çarçoveya projeyên xizmetguzariyê yên ku şaredariên kantona Qamişlo pê radibe de, pêk tê.

Dihat payîn ku di çariyeke duyem a salê de sererastkirina rêyên Tirbespiyê bi dawî biba, lê ji ber wesayît kêm bûn ev proje bi dawî nebû.

Endamê Nivîsgeha Rêveber a Şaredariya Tirbespiyê Abdulxenî Cuma destnîşan kir ku beriya demsala zivistanê wan dest bi kar bikin.

Abdulxenî Cuma da zanîn ku wan bi hevkariya komînên navçeyê vî karî dikin û wiha axaftina xwe domand:"Ji bo sererastkirina rêyên herî zêde zirar dîtine me komîte ava kir û paşê dê rêyên nesereke jî werin sererast kirin."

 Di dawiyê de Abdulxenî Cuma bal kişand ser ku rêyên kola giştî ya Tirbespiyê sererast kir û dê dest bi rêyên nesereke bikin û bi 500 metre qîr dagirin.

Komîteyên Pîşesaziyê û Xizmetguzariyê yên Şaredariya Çilaxa ya kantona Qamişlo dest bi sererastkirina rêyên zirar dîtine yên li hundir û gundên navçeyê kir û kevirên şikenandî, qûm û qîr xistin kortikan.

Komîteya Feniyê da  zanîn ku 15 km ji  rê hatiye sererastkirin û dagirtin.

Li gundên bi navçeyê ve girêdayî jî gelek kar kirine, torên avê yên li gundê Sefa û Kefrêdinê berfireh kirin, li gundên Badyan, gundê Lodka û Bakrewan kanalan danîn û pir ava kirin û li Çilaxa kanalîzasyon sererast kirin.

(eh)

ANHA