​​​​​​​Sewqiyatên dewleta Tirk li ser sînor û rewşa awarte li Yewnanistanê

Nakokiyên di navbera dewleta Tirk û Yewnanistanê de zêde dibin. Dewleta Tirk hêzên nû şandin ser sînorê xwe yê bi Yewnanistanê re. Yewnanistanê jî bi nêzbûna tetbîqatên Enqereyê re, hêzên xwe amade kirin. Gelo dê dewleta Tirk tetbîqatan pêk bîne yan berê wê ber bi şer ve ye?

​​​​​​​Sewqiyatên dewleta Tirk li ser sînor û rewşa awarte li Yewnanistanê
6 îlon, 2020   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê, dewleta Tirk bi dehan tankên xwe ji sînorê başûrê Sûriyê re ber bi sînorê bakurê rojavayê Yewnanistanê ve birin.

Ev pêngav di çarçoveya nakokiyên zêde yên di navbera her du welatên cîran ên NATO’yê de pêk hat, nexasim nexşekirina sînorê deryayî û dabeşkirina dahatên enerjiyê yên li rojhilatê Deryaya Spî.

Dezgehên çapemeniyê yên Tirk da zanîn ku Enqere herî kêm 40 tank ji sînorê bi Sûriyê re ber bi sînorê Yewnanistanê ve birin. Her wiha wêne û dîmenên erebeyên mezin ku alavên leşkerî hilgirtin û ber bi bajarê Edirneyê dibin, hatin belavkirin.

Karwanek ji sînorê Tirkiye-Sûriyê duh danê nîvro bi rê ket, her wiha tê payîn ku bi trênê bibin Edirneyê.

Duh serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya destpêkirina tetbîqatên leşkerî li herêmê, gefên nû der barê aloziya rojhilatê Deryaya Spî de xwarin.

Ji dema dewleta Tirk keştiya vekolînê li herêmê daniye, nakokiyên dewleta Tirk û Yewnanistanê bi sedema dewlemendiya gazê û petrolê zêde bûn.

(fr)