Hevserokê Meclisa Hecînê: Rêveberiya Xweser mînakeke serkeftî ye

Hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê Salih Selman salvegera avakirina Rêveberiya Xweser pîroz kir, spasiya xebata demokrasiyê ya li  herêmê kir û hêviya serkeftinê xwest.

Hevserokê Meclisa Hecînê: Rêveberiya Xweser mînakeke serkeftî ye
6 îlon, 2020   06:36
DÊRAZOR

Bi boneya salvegera duyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ANHA`yê hevpeyvîn bi hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Salih Selman re çêkir. Salih Selman salvagera Rêveberiya Xweser pîroz kir.

Salih Selman salvegera duyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir û hêviya serkeftinê ji fermandaran, saziyên leşkerî û sivîl re xwest, li gel vê salveger li fermandar û rêveberiyê pîroz kir. Selman got: "Silav ji bo şehîdên rûmetê ku canê xwe di rêya azadî û rûmetê de daye."

Salih Selman diyar kir ku Meclisa Gel ji dema ku bajarokê Baxozê û bajarokê Hecînê hatine  rizgarkirin, di rewşeke dijwar a xebatê re derbas dibin. Destpêkê komîn hat avakirin, herêm û sazûmaniya herêmê hat avakirin û ji bo zindîkirina jiyana li herêmê xebatên çandiniyê jî bi pêş ketin.

Salih Selman got meclis beşdarî avakirin û aktîfkirina perwerdeyê û avakirina dibistanên ji Hecînê û heta bi Baxozê bû, ji ber perwerde ji bo xwendekarên ku 10 salan ji mafên xwendinê bê par mabûn, proseyeke baş e. Ji ber rejîmê herêm ji çeteyan re hişt û piştî wan jî DAIŞ hat û bi vî awayî li herêmê nezanî belav bû û herêm ji mafên xwendinê bê par ma. Salih Salman bal kişand ser ku niha pêwîstiya herêmê bi dibistanan heye, ji ber dibistanên heyî têra xwendekaran nakin. 

Salih Selman destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi fikreke azad derbasî herêmê bû, adetên civakê dan ber çavên xwe, êdî welatiyan li gorî pîvanên heyî gotina xwe digotin. Ev jî ji bo gelê Sûriyê ku ji beriya salan ji tecrubeyeke wiha bê par mabû, rêbazeke serkeftî ye û niha gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadî, demokrasî û jiyana hevbeş mîsoger kiriye.

Di dawiyê de Salih Selman hêviya serkeftinê ji Rêveberiya Xweser a herêmê re xwest, her wiha hêviya aştî û aramiyê ji tevahî gelên herêmê re xwest.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/x2F6QFPd7pY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>