Li Zirganê çeteyên dewleta Tirk 2 welatî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî berdewam dikin. Li gundê Um Hermelê yê bakurê navçeya Zirganê 2 welatî revandin.

Li Zirganê çeteyên dewleta Tirk 2 welatî revandin
6 îlon, 2020   12:30
HESEKÊ

 

Çeteyên dewleta Tirk bi armanca wergirtina fidyeyan sivîlên li herêmên dagirkirî direvînin.

Çavkaniyên ji herêmên dagirkirî ragihand ku çeteyên artêşa Tirk Abdulezîz El-Mistêf û birayê wî revandin.  Çavkaniyan da zanîn ku artêşa Tirk fermanê dide çeteyên Siqûr El-Şemal û ew jî sivîlan direvînin.

Çavkaniyan diyar kir ku revandina her du birayan beriya çend rojan pêk hatiye û ew birin cihekî nenas û li hemberî serbestberdana wan fidiyeyan dixwazin.

Çavkaniyan bi bîr xist ku dema Abdulezîz El-Mistêf û birayê wî zeviyên xwe yên li gund av didan, hatin revandin.

(eh)

ANHA