Li Minbicê saziya Newroz a mezêxeran hate vekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya çareseriya aloziya aborî de rêzeproje danîne pêşiya xwe. Komîteya Aboriyê li Minbicê saziya Newroz a mezêxean vekir.

Li Minbicê saziya Newroz a mezêxeran hate vekirin
Li Minbicê saziya Newroz a mezêxeran hate vekirin
Li Minbicê saziya Newroz a mezêxeran hate vekirin
Li Minbicê saziya Newroz a mezêxeran hate vekirin
Li Minbicê saziya Newroz a mezêxeran hate vekirin
Li Minbicê saziya Newroz a mezêxeran hate vekirin
6 îlon, 2020   12:30
MINBIC

Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê bi beşdariya endamên saziyan, komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan saziya Newroz a mezêxeran vekir û bi vê yekê hewl didin barê welatiyan sivik bikin û dawî li keysbaziya bazirganan biînin. Komîteya Aborî li gorî perspektîfên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev geriya û li kêleka Çerxerêya Mîzan a li ser rêya Helebê ya li naverasta Minbicê ev sazî vekir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihmed Xêr Şêxo destnîşan kir ku pêwîstiya gel bi vekirina vê saziyê hebû, da ku dawî li keysbaziya bazirganan were, ji ber ku made li bazarê pir buha ne, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê perspektîf da, Komîteya Aborî û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê jî alîkarî kir û ev sazî hate vekirin.

Têkildarî vekirina saziyê li ser navê dayikên şehîdan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna Zahir axivî û vekirina saziyê pîroz kir û hêviya serkeftinê kir..

Hesna Zahir got malbatên şehîdan ji bo birêvebirina proseya kar, avakirina civakeke azad û demokratîk ku li ser esasê fikrê neteweya demokaratîk be, dê alîkariya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk bike.

Piştî axaftin bi dawî bûn Hesna Zahir deriyê saziyê Newroz vekir. Hesna Zahir dayika şervanê  şehîd ê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Îsa ye.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xZNxdoOKboc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>