Rêveberiya Xweser 150 kon dan kampa Girê Spî

Bi armanca pevguhartina konên ku Komseriya Koçber û Penaberan  di demên dawîn de radest kiribûn, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 150 kon  dan  kampa Girê Spî.

Rêveberiya Xweser 150 kon dan kampa Girê Spî
Rêveberiya Xweser 150 kon dan kampa Girê Spî
Rêveberiya Xweser 150 kon dan kampa Girê Spî
Rêveberiya Xweser 150 kon dan kampa Girê Spî
6 îlon, 2020   12:03
EYN ÎSA

Rêveberiya kampa Girê Spî gelek caran bang li Rêveberiya Xweser kir ku konên Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaber û Koçberan radest kirine, biguherînin, ji ber vê yekê rêveberiyê jî 150 konên din pêşkêşî kampê kirin.

Têkildarî sedema pevguhartina konan hevseroka rêveberiya kampê Narîn Abdurehman got: "Ji ber ku ev kon bi kêr nedihatin û welatî ji şertên hewayî nediparastin, me xwest van konan biguherînin."

Narîn Abdurehman piştrast kir ku rêxistinên li kampê dixebitîn xwestekên wan bi cih naynin û ev kon Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wan re pêşkêş kirine.

Narîn Abdurehman bal kişand ser ku rêveberiyê hemû tedbîrên berfirehkirinê yên qonaxa sêyem a avakirina kampê bi dawî kiriye û dê 500 malbatên din ên koçber di demeke nêzîk de pêşwazî bike.

Malbatên ku dixwazin derbasî kampê bibin 180 malbat in, sedema vê yekê jî ji ber ku li deverên lê bi cih bûbûn mîna Reqa û gundewarên wê, rewşa debarê zor bû.

Koçbera bi navê Cewahir Îsa spasiya rêveberiya kampê kir ku xwesteka wan a guhartina konan bi cih aniye, ji ber ku kon bi cawên nebaş hatine çêkirin û ew nikarin di hundirê konan de xwe bişon.

Komseriya Bilind a Kar û Barên Koçber û Penaberan ji destpêka mehê ve 250 kon pêşkêş  kirine û ji wan tenê 40 kon hatin danîn. Ji ber ku bi kêr nedihatin.

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şênî koçber bûn û di kampa Girê Spî û gundewarên wê de ku Rêveberiya Xweser ava kiriye, bi cih bûn, her wiha tê de 3 hezar û 531 koçber dijîn û li 780 konan hatine belavkirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/r4P2fvakcjA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>