Rêveberiya Xweser: Em ê têkoşîna aştiyê heta pêkanîna Sûriyeke demokratîk bidomînin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera duyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da û soza berdewama têkoşîna aştî û demokrasiyê heta pêkanîna Sûriyeke demokratîk da.

Rêveberiya Xweser: Em ê têkoşîna aştiyê heta pêkanîna Sûriyeke demokratîk bidomînin
6 îlon, 2020   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyanî li navenda Meclisa Rêveber a Reqayê bi beşdariya hevserokên Meclisa Rêvebera Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş, hevserokên Meclisa Giştî Ferîd Etê û Sîham Qeryo, hevserokê Meclisa Edaletê ya Rêveberiya Xweser Îmad Keraf hat dayîn. Hevseroka Meclisa Giştî Sîham Qeryo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Bi boneya salvegera damezirandina duyemîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li tevahî şênî û pêkhateyên gelê Sûriyê bi giştî pîroz dikin. Ev rêveberî, ji encama têkoşîna aştî ya demokrasiyê ya ji destpêka aloziya Sûriyê ve ye. Pêkhateyên herêmê têkoşîna aştî û demokrasiyê esas girt, da ku rêveberiyeke demokratîk pêk bînin ku di 2014’an de dest pê kiriye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev du sal e piştgiriya hewldana avakirina vîna civakê piştî rizgarkarina herêmên berfireh ji rêxistina DAIŞ’ê dike, jê jî herêmên Reqa, Dêrazor, Tebqa û Minbicê ne. Ji ber ku pêwîstiyeke girîng di aliyê xizmetguzarî, civakî û siyasî de heye.  

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji du salan û heta niha, bi hemû rêbazan têkoşîna pêkanîna daxwazên pêkhateyên herêmê dike. Her wiha rola wê ya dîrokî li dijî terorê hebû û hê jî xebata li dijî terorê berdewam e. Têkoşîna Rêveberiya Xweser di gihandina çareya demokratîk de ku bibe modela li Sûriyê, berdewam e. Ew jî bi rêya xebatên dîplomatîk û siyasî yên başdariya li çareyên siyasî ku nûnertiya rastîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, pêk hat.

Tevî astengiyên li pêşberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hewldanên fitne, sîxurî, êrişên çete û dewleta Tirk a dagirker û dorpêçkirina herêmê, hewl da tevahî pêdiviyên gel û pêkhateyên herêmê ji parastin, ewlehî û aramiyê dabîn bike û bi hemû hêza xwe ya leşkerî û siyasî li hember hemû hewldanan sekinî. Li gel wê jî parastina herêmê ji kişandina nava nakokiyên hundirîn, tevliheviya herêmê, binketina destkeftiyên gel, Rêveberiya Xweser û têkoşîna QSD’ê dike. Ji ber di vê di dawiyê de dijmin berê xwe daye fitneya bi rêya suîqastkirina serokên eşîran û ciwanan li dijî gelê xwe dike sîxur.

Li aliyekî din jî rêveberiyê bi awayekî xurt tevî hemû derfetên kêm li pêşberî pandemiya vîrusa koronayê (Covid-19) sekinî.

Li gel tevahî astengî û dorpêçên heyî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftıyên dîrokî bi dest xistin. Hê jî li hember planên derve yên hedefgirtina vîna gel, têkbirina wan destkeftiyan û projeya neteweya demokratîk, disekine û têk dibe.

Bi boneya salvegera duyemîn a Rêveberiya Xweser em bang li hemû gelê xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku zêdetir piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û saziyên ewlehiyê, QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hemû saziyên xizmetguzarî û civakî û xwe li derdora vê tecrubeya dîrokî kom bikin.

Em bi vê boneên soza berdewamkirina têkoşîna demokratîk, siyasî û civakî didin ku parastiya vê projeya pêşeng bikin. Her wiha soz didin şehîd û gelê xwe ku nûnertiya vîna gel a siyasî û pêkanîna xwestekên Sûriya demokratîk ya nû bikin. Em ê li ber xwe bidin ku Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahî herêmên Sûriyê yên dagirkirî rizgar bikin û garantiya birûmet a vegera şêniyên xwe yên koçber bikin."

(fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5wsTwNuX2ns" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>