El-Maşî: Tevgera navdewletî ji bo bidawîkirina dosyaya DAIŞ'ê girîng e

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Xebatê destnîşan kir ku kampa Holê bo herêmê û dewletên cîran xetereke mezin e û got: "Tevgera navdewletî ji bo bidawîkirina kêşeya DAIŞ'iyên girtî girîng e.

El-Maşî: Tevgera navdewletî ji bo bidawîkirina dosyaya DAIŞ'ê girîng e
6 îlon, 2020   02:13
REQA –EHMED EL-KEMYAN

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî di hevpeyvînekê de bi ANHA'yê re asta xetera kampa Holê li ser herêmê, bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ'î yên girtî û malbatên wan ên di kampa Holê de nirxandin.

Farûq El-Maşî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku kampa Holê li ser asta herêmê mezintirîn û xetertirîn kamp e. Ji ber ku tê de zêdeyî ji 54 dewletan zêdeyî 70 hezar çete hene her weha tê zanîn ku ev çete xwedî fikrekî gelek tundraw û kujinde ne.

El-Maşî îşaret pê kir ku kampa Holê barekî giran li ser Rêveberiya Xweser e û da zanîn ku Rêveberiya Xweser ji ber derfetên kêm, dorpêça li ser herêmê û pêwîstiya wê ya zêde bi alîkariyan ji bo koçber û şêniyan bi giştî astengiyan dikişîne.

El-Maşî wiha domand: "Divê dewletên cîhanê û Neteweyên Yekbûyî kêm be jî malbatên DAIŞ'îyên di kampê de û koçberên din ji hev cuda bikin da ku Rêveberiya Xweser karibe tedîbrên nû di vî derbarê de bigire ku bikaribe an koçberên Sûriyê di nava kampê de bi rêxistin bike an jî wan vegerîne herêmên wan."

El-Maşî destnîşan kir ku cudakirina kesên biyanî yên di kampê de û koçberên din ên Sûriyê ji hev dê bihêle ku Rêveberiya Xweser karibe fikirê DAIŞ'î li gel koçberên Sûriyê yên di kampê de tune bike û wan vegerîne jiyana wan a xwezayî da ku ji nû ve tev li civakê bibin.

Farûq El-Maşî destnîşan kir ku kampa Holê bo herêmê û dewletên cîran xetereke mezin e, ji ber ku bûyerên kuştinê û sûcên din ên ku di hundirê kampê de berdewam in û bi bîr xist: "Kiryarên jinên DAIŞ'îyên karê husba û propagandaya fikrê DAIŞ'ê dikin ji her kesî re eşkere ye, ku bi awayekî rêxistinkirî dixebitin û li dijî koçberan û zêrevanên kampê sûcan pêk tînin."

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Xebatê da zanîn ku Rêveberiya Xweser roleke gelekî aktîv di kontrolkirina ewlehî û îstîqrarê de dilîze û pêwîstiyên bi hezaran koçberan bi cih tîne. Farûq El-Maşî diyar kir ku tevgera navdewletî  ya ji bo bidawîkirina vê dosyayê girîng e.

El-Maşî di berdewama axaftina xwe de îşaret bi bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî bangewaziyên domdar ên rêveberiyê kir û bang li aliyên têkildarî, rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bikevin tevgerê û dadgehekê ji bo DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan ên di kampan de ava bikin. Her wiha formûlekê peyda bikin da ku welatiyên di girtîgeh û kampên Rêveberiya Xweser de vegerînin welatên wan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i3qFvJk5ZeI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>