Parêzer û çalakevanekî siyasî: Rewşa heyî yekitiya Kurdî ferz dike

Parêzer û çalakvanê siyasî yê serbixwe, Ferhad Baqir got: "Pêvajoya heyî ferz dike ku divê bi lezg yekitiya netewî ya Kurdî were avakirin."

Parêzer û çalakevanekî siyasî: Rewşa heyî yekitiya Kurdî ferz dike
6 îlon, 2020   01:12
KOBANÊ

Diyaloganên hêzên siyasî yên kurdî yên bi armanca avakirina yekitiya netewî ya Kurdî ku bi awayekî aktîf di Hezîrana borî de dest pê kirin berdewam in.

Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd ku ji 25 partiyan pêk tê û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) danûstandinan dikin û di 17'ê Hezîranê de ragihandin ku ser nêrîneke siyasî hevpar wekî bidawîbûna pêvajoya yekemîn a diyalogan li hev krine.

Civaka Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bende destpêkirina pêvajoya duyemîn a diyalogan e, bi hêvî ne ku hemû aliyên kurdî bi tîfaqekeke yekbûyî û avakirina lêvegereke siyasî kurdî encam bide. Gelek aliyan derengmayîna pêkanîna lihevkirinê rexne kirin û bang kirin ku bi lez yekitiya Kurdî ava bikin.

Derbarê mijarê de parêzer û çalakvanê siyasî yê serbixwe Ferhad Baqir ji ANHA'yê re axivî û got: "Pêvajoya heyî xwe ferz dike ku divê bi lez aliyên diyalogan li hev bikin û bighêjin encamekê."

Baqir bal kişand ser derengmayîna diyalogan û ev tişt diyar kir: "Em li erdîngariya ku lê dijîn li pêşiya çavê tevahî cîhanê ne, em dibînin ku di tevgera lihevkirinê de bi taybet di vê pêvajoyê de derengbûneke heye. Di van mercên hestiyar de ji me tê xistin ku bighêjin nêrînkeke kurdî û daxwazên gelê Kurd û pêşeroja wê di Sûriyeke pêşerojê de ji cîhanê re diyar bikin."

Ferhad Baqir di berdewama axaftina xwe de got: "Di vê pêvajoyê de ji me tê xwestin ku em ji tevahî herêmên Sûriyê re bibin mînak. Da ku bighêjin Sûriyeke nenavendî, demokratîk ku hemû pêkahteyên wê di maf û erkan de wekî hev bin. Erdîngariya Sûriyê dikarî rêxistinên terorîst ên ku tevahî cîhanê tirsand bişkîne. Gelê vê herêmê ji cîhanê re îsbat kir ku ew layiqî jiyaneke aştiyane û ewle."

Parêzer û çalakvanê siyasî îşaret bi gefên domdar ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişt got: "Ev gef diyar in, bi taybet gefên dewleta Tirk û êrişên wê yên li ser gelê Kurd. Rejîma Sûriyê û li pişta wê rejîma Îranê ji rewşa li herêmê ne razî ne. Dîsan ji ber van gefan divê aliyên diyalogan bi lez bighêjin lihevkirinekê ku pêşerojê vê herêmê biparêze."

Her wiha destnîşan kir ku erka dikeve ser milê partiyên siyasî lez bidin pêkanîna lihevkirinê û diyar kir ku gefên cidî li ser herêmê hene, dem li pêşiya aliyên kurdî ji bo ku bighêjin encamên baş teng e.

Baqir bang li kurdên li Ewropayê kirin ku peyama "Ji kuştina li ser vê erdîngariyê, êdî bes e, ji wêrankirinê re êdî bes e, ji şer re êdî bes e" bighînin dewletên Ewropa.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7UJhxjWdhk8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>