Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser binketina komîteya destûra Sûriyê, li gorî çavdêran nelihevkirina navdewletî û herêmê û dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sedema vê binkeftinê bû. Rojnameyan her wiha behsa serdana Macron a ji bo Lubnanê û rewşa Lîbyayê kirin.

Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî
6 îlon, 2020   04:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa binkeftina komîteya destûrî ya Sûriyê, rewşa Lîbyayê û zextên Fransa yên li ser siyasetmedarên Lubnanê kirin.

EL-EREB: HEVDÎTINÊN KOMÎTEYA MAKEZAGONÊ BÊ SÛD IN Û LIHEVKIRINEKE NAVDEWLETÎ TUNE YE

Rojnameya El- Ereb behsa hevdîtinên li Cinêva Swîsre kiriye û weha nivîsiye: "Tûra sêyem a hevdîtinên ji bo makezagona Sûriyê li bajarê Swîsre Cinêvê, wekî ku dihate payîn bêyî pêşketineke berçav bi dest xwe ve bîne bi dawî bûn. Her wiha der barê mijarê de hîn hêzên herêmê û navdewletî yên li ser axa Sûriyê li hev nekiriye.”

Çavdêr dibêjin ku serkeftina komîteyê û amadekirina zagoneke nû, ne girêdayî hêzên xwecihî ye, lê bêhtir girêdayî vîna navdewletî ye, her wiha diyar kirin ku neçareserkirina doza Bakur Rojhilatê Sûriyê û paşguhkirina Yekîneyên Parastina Gel, ku ew herêm di bin desthilata wê de ye, her wiha aloziya Idlibê û derdora wê, ev tişt hemû dikin ku tu pêşketin di mijarê de çênebin.

Dîsa li gorî çavdêran çareserkirina aloziya Idlibê bi temamî girêdayî çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji aliyekî ve Tirkiye hewl dide rewşa heyî li vê parêzgeha Bakurê Rojavayê Sûriyê ya di bin desthilata Heyet Tehrîr El-Şam de ye, wekî ku heye biparêze û di lîstika bazarên bi Rûsya û Amerîkayê re bi kar bîne.

Pir alî hişyariyê didin ku heke Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate çespandin dibe Tirkiye vê ji xwe re bike bahane û bixwaze Idlibê bike Qibriseke nû. Her wiha diyar kirin ku li gorî rewşa aloz pir zehmet e ku di mijara amadekirina makezagoneke nû ji bo Sûriyê de pêşketin çêbin.”

EL-EREB: BI RÊYA BARZANÎ PEYAMA ERDOGAN JI MACRONÊ RE; HEKE RÊYA BEXDAYÊ LI PÊŞIYA ME WERE GIRTIN, EM Ê JI HEWLÊRÊ DEST PÊ BIKIN

Têkildarî rikberiya Fransa-Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Tenê 87 saet di ser serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji Bexdadyê re derbas bû, Enqereyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwend. Ev jî nîşaneya peyama ji Fransayê re ye ku têkildarî serweriya bi Tirkiyê re di nava rikberiyê de ye. "

ŞERQ EL-EWSAT: MACRON 3 MEH DEM DA LUBNANIYAN

De barê rewşa Lubnanê de rojnameyê wiha nivîsî: "Serokê Fransayê Emmanuel Macron, di dema serdana xwe ya dawî li Lubnanê de, hin name gihandin berpirsan. Wî diyar kir ku eger wan xemsarî kir û di nava 3 mehan de reformên pêwîst nekirin ew ê fişarê li wan bike, dibe ku cezayên aborî jî bibire û pereyên wan desteser bike. Her wiha got eger veguherîneke rast pêk neyê, ew ê reftarên xwe li hember wan biguherînin û li dijî wan hin kiryaran bike, dibe ku alîkariya diravî rawestîne, her wiha cezayên pereyan li ser çîna siyasî ya Lubnanê bibire. Macron soz da ku meha Çileyê dîsa vegere Beyrûtê û pêkanîna reforman bişopîne.”

EL-BEYAN: LI PAYTEXTA LÎBYAYÊ BERXWEDANA GEL GEŞ DIBE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameyê bal kişand ser ku dibe alozî dagere şer û cih da van gotinan: "Li paytexta Lîbyayê, di navbera milîsan de alozî heye, duh li taxa Cenzûr teqîneke terorîstî pêk hat, ku kesekî li ser motorsîklêtê li dijî hêzên ewlehiyê pêk anî. Hin çavkaniyan got seferberî û tevgereke nenormal heye li baregeha Sîdîbilal ku bi sedan çeteyên Tirkiyê li wir in. Çavkaniyan got dibe di nava çeteyan de protesto çêbûbe."