ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-09-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-09-2020`AN
5 îlon, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê konferansa xwe ya 7'emîn li navçeya Ehdasê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Girkê Legê ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Parastinê yên Medayayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 2'yemîn a damezirandina rêveberiyê daxuyaniyekê li avaniya Meclisa Rêveber dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Xebatê destnîşan kir ku kampa Holê bo herêmê û dewletên cîran xetereke mezin e û got: "Tevgera navdewletî ji bo bidawîkirina kêşeya DAIŞ'iyên girtî girîng e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ehmed Çetelê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide di şexê HPG'ê yê de hêviya gelê Kurd tune bike. Çetelê got, divê hikumeta Herêma Kurdistanê helwesta xwe ji êrişên Tirkiyê re zelal bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê berxwedana HPG`ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Heftenînê silav kir û ji bo pêşîgirtina êrişan û serhildana li dijî dagirkeran, banga yekitiya Kurdî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi wesîleya salvegera 2'yemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: "Rêveberiya Xweser berhemên şoreşa 19'ê Tîrmehê ye û rêya aştî û edaletê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Gelek astengî li pêşiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikevin, ya sereke destwerdanên derve ye ku sîstema demorkatîk li herêmê napejirînin. Ev astengî bandorekê  li rêveberî û gelên herêmê dike. Rêveberî hewl dide bi hemû derfetan van astengiyan derbas bike û xebatên xwe bi pêş bixîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser binketina komîteya destûra Sûriyê, li gorî çavdêran nelihevkirina navdewletî û herêmê û dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sedema vê binkeftinê bû. Rojnameyan her wiha behsa serdana Macron a ji bo Lubnanê û rewşa Lîbyayê kirin.

POLÎTÎKA

- Parêzer û çalakvanê siyasî yê serbixwe, Ferhad Baqir got: "Pêvajoya heyî ferz dike ku divê bi lezg yekitiya netewî ya Kurdî were avakirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- şêniyên taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ji ber dûmana ku di encamê agirê ku bi çopê dikeve banga çareseriyekê kirin û Gerînendetiya Jîngehê ya Herêma Cizîrê jî hazirtiyê projeyeke nû dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).