Di turnuvoya voleybol a herêma Efrînê de tîma Sînan bi serket

Di turnuvoya voleybol a herêma Efrînê de tîma Sînan bi 3 nuqteyan li hemberê 2 nuqteyan li ser tîma Perwerdeyê, bi serket û hate xelatkirin.

Di turnuvoya voleybol a herêma Efrînê de tîma Sînan bi serket
Di turnuvoya voleybol a herêma Efrînê de tîma Sînan bi serket
Di turnuvoya voleybol a herêma Efrînê de tîma Sînan bi serket
Di turnuvoya voleybol a herêma Efrînê de tîma Sînan bi serket
5 îlon, 2020   17:54
ŞEHBA

Turnuvoya voleybol di 20`ê Tîrmehê de dest pê kiribû lê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê hatibû rawestandin. Turnuvoyê îro careke din hate destpêkirin.

Turnuvoyê li ser du koman hate birêxistinkirin, di her komekê de 5 tîm hene ku tenê 2 ji wan beşdarî maça nîv dawî û piştre maça dawî dibin.

Turnuvo li yarîgeha axî ya gundê Xernata yê kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Di turnunoyê de tîma Sînan bi 3 nuqteyan li hemberî 2 nuqteyan bi ser tîma Perwerdeyê, bi serket û hate xelatkirin.

(cx)

ANHA