Tirkiyê ragihand ku dê dest bi tetbîqatên leşkerî bike

Tirkiyê ragihand ku dê tetbîqatên leşkerî yên hevpar bi Bakurê Qibirsê re pêk bîne. Ev yek hemwextî rageşiya li rojhilatê deryaya Spî pêk tê.

Tirkiyê ragihand ku dê dest bi tetbîqatên leşkerî bike
5 îlon, 2020   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Enqerayê destnîşan kir ku dê ji yekşemê ve bi Komara Bakurê Qibrisê (ku di aliyê navneteweyî de nayê pejrandin) re, dest bi tetbîqatan bike.

Tetbîqatên leşkerî bi navê "Bahoza deryaya Spî" ye û dê 5 rojan dewam bike.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê bi bîr xist ku armanca tetbîqatan pêşxistina perwerde û hevkariyê ye.

Ev yek hemwextî rageşiya di navbera Tirkiyê ji aliyekî ve û Yewnanistan û Qibrisê ji aliyekî din ve li rojhilatê deryaya Spî, pêk tê.

Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias "Tevgera Tirkiyê ya ne rewa li rojhilatê deryaya Spî" şermezar kir û piştrast kir ku Enqera hewl dide aramî û aşîtiya li herêmê têk bibe.

(cx)