'Dê Heftenîn bi serkeve û îxanet têk biçe'

Bi dirûşmeya "Dê berxwedana Heftenînê bi serkeve û îxanet û faşîzma Tirk têk biçe", Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê meşek li dar xist.

'Dê Heftenîn bi serkeve û îxanet têk biçe'
5 îlon, 2020   18:55
HELEB- ARIF SILÊMAN- MIHEMED EBDO

Ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker, Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê meşek li dar xist, bi hezaran şênî beşdarê bûn.

Meşê ji pêş navenda Şaredariya Gel a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Şênî di kolanên taxê re geriyan û siloganên piştgiriya bi berxwedana Heftenînê re berz kirin, piştre berê xwe dan kolana sereke ya ber bi aliyê rojhilat ve.

Şêniyên pankertên bi nivîsên "Em ê asta berxwedana li dijî êrişên hovane û qirkirinê bilind bikin", "Dê berxwedana Heftenînê bi serkeve û îxanet û faşîzma Tirk têk biçe" rakirin.

Meşvan li çerxerêya Rêber Ocalan rawestîn û li wir deqeyekê rêz girtin. Piştre hevseorka Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fatima Heyder axivî.

Fatime êrişên hovane yên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêma Heftenînê şermezarin kir û got: "Ev êriş tunekirina destkeftiyên gelê Kurd û gelên herêmê armanc dike."

Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî hemû parçeyên Kurdistanê dike, lê belê Hêzên Parastina Gel li seranserê Kurdistanê û bi taybetî li herêma Heftenînê berxwedaneke dîrokî reva dikin.

Fatime got: "Armanca Tirkiyê derxistina fitneyê di navbera gelên herêmê de û têkbirina vîna gelan û bi taybetî vîna gelê Kurd e."

Meş bi siloganên silavkirina berxwedana Heftenînê û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hPbIl6Zh6TA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>