​​​​​​​Yekitiya Dermanxaneyan a Helebê derman li nexweşên vîrusa Koronayê belav kirin

Yekitiya Dermanxaneyan a Helebê dermanan radestî tîma têkoşîna li dijî vîrusa Koronayê kirin, da ku tîm li nexweşên ku nikarin dermanan bikirin belav bike.

​​​​​​​Yekitiya Dermanxaneyan a Helebê derman li nexweşên vîrusa Koronayê belav kirin
5 îlon, 2020   12:06
HELEB-MIHEMED EBDO

Li taxa Şêxmeqsûdê di çarçoveya xweparastina ji vîrusa Korona de Yekitiya Dermanxaneyan dermanan dan nexweşan. 

Yekitiya Dermanxaneyan li navenda Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a li rojhiatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê, 44 çente da rêveberiya tîma têkoşîna li dijî vîrusa Koronayê.

Endamê Yekitiya Dermanxaneyan Ehmed Beibo got armanca wan ji belavkirina van çenteyan ew e ku piştgiriya feqîran bikin, ji ber nikarin barê dermankirinê rakin.

Dr.Mihemed Casim ku endamekî tîma Têkoşîna li dijî Koronayê ye jî axivî û spasiya yekitiyê kir ku bi vê însiyatîfê rabûye.

Beriya niha Yekitiya Dermanxaneyan 75 çenteyên dermanan li meclisa tenduristiyê belav kirin û wan jî li nexweşên bi COVID-19 ketine belav kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aVhS2EH61cg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>