Jinên Reqayê sûcên dewleta Tirk li dijî gelên Bakurê Sûriyê şeremezar kirin

Jinên bajarê Reqayê bi daxuyaniyekê lêdan û heqaretkirina jinan li herêmên dagirkirî yên Bakur Sûriyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin. 

Jinên Reqayê sûcên dewleta Tirk li dijî gelên Bakurê Sûriyê şeremezar kirin
5 îlon, 2020   12:10
REQA

Têkildarî mijarê, bi dehan endamên Meclisa Qanûnsaz, meclis û komîteyên jinan li pêş avahiya Rêveberiya Jinan a Reqayê kom bûn da ku beşdarî daxuyaniyê bibin. Endama Komîteya Aboriya Jinan Nisrîn Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û çavên tevahî cîhanê li sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne ye. Her wiha destwerdana li kar û barên gelê Sûriyê dike, her wiha nişfek bi temamî ji xwendinê bê par hişt, nezanî belav kir, koçberî, kuştin û binesaziya herêmê wêran kir. Bi awayekî hovane jin tecawîz kir û revandin. Li kêlek wê jî fîtneya etnîkî di nava pêkhateyên gelê Sûriyê de çêkir.

Tevahî dizane ku hedefa şoreşa Sûriyê hilweşîna rejîma Sûriyê bû, lê niha tê dîtin ku berojvajî wê ye. Şoreş kete xizmeta Tirkiyê. Kesên xwepêşandan li dar dixistin bûn çeteyên girêdayî delweta Tirk, dest bi dizîn, talan, koçberkirin û revandinê kir.

Lêdan û heqareta li jinan derveyî kevneşopiyên herêmên me ye. Lê hedefa dewleta Tirk bi vê yekê êdî eşkere ye. Ji dema dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ve eşkere bû ku gelê Sûriyê bû qurbanê planên wê û dewleta Tirk aloziya Sûriyê ji bo dagirkirina Rojhilata Navîn bi temamî derfet girt.

Li aliyekî din jî ava li ser milyonek şêniyên Hesekê tevî xeteriyên vîrusa Koronayê ku gefan li tevahî cîhanê dixwe, qut kir.

Divê tevahî dewletên cîhanê û rêxistinên mirovî helwesteke cidî ji bo alîkariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin. Her wiha divê tevahî aliyên peywendîdar bizanin ku gelê Bakur  û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî etnîk û pêkhateyên xwe êdî îro yek dest e û hêzeke nayê şikandin. Nîşaneya vê jî têkbirina rêxistina herî mezin ya teror DAIŞ’ê ye."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XvFNJGYYSYc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>