'Dewleta Tirk a faşîst gelê Tirk li dijî gelê Kurd tehrîk dike'

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst her tim xebatên wê li dijî gelê Kurd e, ew jî bi rêya çandina şovenîstiyê di gelê Tirkiyê de da ku bibe alava di destê wê de û ji bo siyasetên xwe yên dijminahî bi kar bîne.

'Dewleta Tirk a faşîst gelê Tirk li dijî gelê Kurd tehrîk dike'
5 îlon, 2020   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a faşîst siyaseta înkar û fîtneya di nava gelên herêmê de bi kar tîne. Her wiha siyasetên nijadperestiyê li Tirkiyê pêk tîne. Duh li bajarê  Saqarya ya Tirkiyê êrişî hin karkerên Kurd ku ji bo debara jiyanê dixebitîn, kir. Her wiha bûyerên mîna vê li dijî kurdan li tevahî Tirkiyê û herêmên ku wê li Sûriyê dagir kirine, pêk tên.

Têkildarî mijarê, Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd îro daxuyaniyek der barê şermezarkirina fikira şovînîst a ku rejîma Tirkiyê di mejiya tirkan de diçîne ku li dijî gelê Kurd rabin, da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a faşîst di nava gel û pêkhateyan de dijminahiyê diafirîne. Ji ber ji nakokî û şeran hez dike û naxwaze kes bi ewle bijî. Gelê Tirk li dijî gelê Kurd radike û şovenîstiyê di tirkan de diçîne da ku bibe alavek di destê wê de ku ji bo siyasetên xwe yên dijminahî bixebitîne. Ji bilî wê li Kurdistanê siyaseta koçberkirinê pêk tîne.

Di encama wan siyasetand de, em rojane êrişên li ser kurdên li rojavayê Tirkiyê dibînin, her wiha rojane êriş li dijî penaberên sûrî yên li Tirkiyê pêk tên.

Duh li Saqaraya li dijî karkerên kurd êrişek pêk hat. Her wiha jî li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî rojane êrişên mîna van pêk tên. Lê çapemeniya Tirkiyê ya ku hewl dide fîtneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de biçîne, çi Kurd, Erebe yan jî di navbera qebîle û eşîrên Ereb de, dinixumîne.

Em Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd êrişa bêserûber a li dijî karkerên Kurd û siyasetên qirêj ên çandina şovenîstiya di nava gelên li Tirkiyê şermezar dikin. Bang li gel û tevahî hêzên siyasî dikin ku li hember van kiryar û sûcan hişyar bin û  gel hişyar bikin. Her wiha em bawer in ku ev kaxiza qirêj a dawiyê ye, dê serkeftna para gel û hêzên demokratîk be."

(fr)